Amed (Rûdaw) - Bavê Narîn Gurana 8 salî ya ku 2 sal berê li Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin, ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi "Meşa Edaletê" kir.
Arîf Guran dibêje ku hevjîna wî, bira û kurê wî bêguneh in û kujerê rasteqîn Newzad Bextiyar e.
Arîf Guran dixwaze ku malbata wî were berdan.
Ji ser gora keça xwe bi rê ket
Li gundê Çûliyê yê Amedê dengê qêrîn û giriyê bilind dibe.
Malbata Guranan bi nalîn û keser daxwaza edaletê dike.
Arîf Guran çû ser gora keça xwe ya 8 salî Narînê, xatir ji wê xwest û ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi “Meşa Edaletê” kir.
Hevjîna Arîf Guran Yuksel Guranê, kekê wî Salim Guran û kurê wî Enes Guran ji ber kuştina Narînê cezayê zindanê yê heta hetayê xwar.
Lê belê li gorî malbata Guranan, ti eleqeya van kesan bi kuştina Narînê re nîne.
Arîf Guran îdia kir ku niheqiyeke mezin li wan hatiye kirin û kujerê rasteqîn Newzad Bextiyar e.
Malbat dixwaze ku dadgeh vê “xeletiyê” sererast bike.
"Ez dê bi wan zarokan çi bikim?"
Pîrika Narînê Remziye Çabaşê daxwaza alîkariyê kir û got:
“Kî dikare vî barê giran ji ser milê Arîf rake bila rake. Barekî wisa giran e ku qeweta wî têrê nake.
Zarokên wî li malê bê xwedî ne. Dê girtî ye, bira girtî ye, xwişk di gorê de ye û ew bi xwe jî ket ser rêyan. Ez dê bi wan zarokan çi bikim?”
Jinmama Narînê jî bertek nîşan da û anî zimên:
“Bibînin, em edaletê dixwazin, em heqiyê dixwazin.”
"Heqê keça min li erdê maye"
Arif Guran ji Amedê bi rê ket.
Eger ew her roj bimeşe, dê piştî mehek û nîvê bigihîje Enqereyê.
Arîf Guran armanca meşa xwe wisa anî zimên:
“Ez dê heta Kuliyeyê bimeşim, ez dê heta ber deriyê Serokkomar herim. Ez dibêjim bila dadgeh ji nû ve darizandinê bike. Heqê keça min li erdê maye.”
Niha çavê malbata Guranan li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê ye ka dê randevûyê bide Arif Guran an na.


