Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Navenda Serlêdana Vîzeyê vekir.
Merasîma vekirinê ji aliyê Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu ve hat lidarxistin.
Her wiha Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Kar û Barên Pêkhateyan û Endamê Desteya Birêvebir a Eniya Tirkmenên Îraqê Aydin Marûf, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî, Berpirsê Maseya Tirkiyeyê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Xoşeng Ehmed, nûnerên saziyên Tirkiyeyê yên li Hewlêrê û karmendên şirketa vîzeyê jî beşdar bûn.
“Pêwendiyên mirovî xurt dibin”
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina fermî ya navendê anî zimên.
Wî bi bîr xist ku navendê meha nîsanê dest bi xebatên xwe kiribû.
Erman Topçu destnîşan kir ku têkiliya herî xurt a di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên mirovî ne û ev navend jî roleke giring di vî warî de dilîze.
Wî spasiya xebatkarên navendê û Konsulxaneyê kir ku "ji bo lezkirina kar û baran şev û roj kar dikin."
"Hêvî dikim ku rojekê vîze nemîne"
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir ku ew hatine agahdarkirin ku dê bi vê navendê re wergirtina vîzeyê hêsantir bibe û got:
"Vekirina vê navendê ji bo me gelekî girîng e. Xelkê me ji bo geştyarî, tenduristî û bazirganiyê diçe Tirkiyeyê û gelekî hewceyî vîzeyê ye.
Konsulê Giştî yê Hewlêrê û karmendên wî di hêsankirina vîzeyê de gelek alîkarî kirine.
Rojane nêzîkî 600 kesî li Hewlêrê serlêdana vîzeyê dikin. Em hêvî dikin rojek bê ku di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de vîze nemîne lê niha deriyê sînor ji bo me pir girîng e.
Li hemû qadan pêwendiyên me yên gelekî baş bi Tirkiyeyê re hene. Tirkiye ew welat e ku Herêma Kurdistanê bi cîhanê ve girê dide.
Ez hêvî dikim ev navenda vîzeyê bibe sedema zêdekirina xizmetguzariyan."
Rojane nêzîkî hezar û 200 serlêdan çêdibin
Rayedarên şirketa vîzeyê jî dan zanîn ku rojane li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê nêzîkî hezar û 200 serlêdan tên wergirtin.
Wan eşkere kir ku ev hejmar di rojên qerebalix de dikare heta 2 hezarî jî zêde bibe.


