CPJê girtina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

08-02-2022
RÛDAW
Nîşan CPJ Rûdaw Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Heseke Tîma Rûdawê Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo RudawRojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamevanan girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û îşkencekirina tîma Rûdaw şermezar kir û diyar kir, rêgirîkirina karê medyayê, azadiya rojnamevanî û azadiya raderbirînê li gel wê daxwaza Rêveberiya Xweser hev nagirin ku behsa damezrandina sîstemeke demokratîk dike.

Rêkxerê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Şerîf Mensur, beşdarî bernamaya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVyê bû ku ji aliyê Bêstûn Osman ve tê pêşkêşkirin û girtina ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Girtina ofîsa Rûdawê

Şerîf Mensur jibilî şermezarkirina biryara girtina ofîsa Rûdawê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bibîr xist ku berî niha çendîn caran êriş li ser tîmên Rûdawê hatin revandin û îşkencekirin û tekez kir ku ew wê helwest û reftara xerab a li hember tîmên Rûdawê jî şermezar dikin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê berî çend rojan ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo girt û hemû karên wê qedexe kir. Rûdawê jî ew biryar wek tawan binav kiribû û tekez kiribû ku biryareke siyasî ye.

Daxwaza ji Rêveberiya Xweser

Li gor gotina Şerîf Mensur, wan daxwaza xwe bilind kiriye bo desthilata li Rojavayê Kurdistanê ji bo rawestandina wan karan û daxwaz kirine derbarê êrişa li ser tîma Rûdawê lêkolîn bê kirin û got, “Hevdem me daxwaz kiriye pêdeçûnekê bi biryara xwe de bikin.”

Rêkxerê Komîteya Parastina Rojnamevanan a cîhanî, amaje bi wê da, ew hewl didin peywendî bi desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê bikin û tekez kir ku ew dê vê mijarê bişopînin “bi şêweyekî rasterast an nerasterast û danîna peywendiyê  li gel desthilat û ew ên li gel desthilata Bakur Rojhilatê Sûriyê.”

Sala 2015an ji bo heyama 3 salan hemû karên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hatin qedexekirin, piştî vekirinê jî çendîn car ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo rastî êrişan hat.

`Rûdaw çalak e û xelk temaşe dikin`

Şerîf Mensur bibîr dixe, ew dizanin Tora Medyayî ya Rûdawê ne tenê li Sûriye, lê li Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî çalak e û kar dike. Xelk guh lê digirin û dibe take kanal jî be ku bi zimanê Kurdî nûçeyan belav dike.”

Nûnerê CPJ di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi wê kir, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her tim behsa wê kirine ku dixwazin sîstemeke demokratîk damezrînin, “lê hetta hewldana ku li cihekê azadî hebe û behsa azadiyê bê kirin û azadiya raderbirînî hebe, ew li dij radiwestin” û biryara girtina ofîsa Rûdawê şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst