HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Silêmaniyê Behzad Xusrewî Îran Radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) rahihand ku Aşayîşa Silêmaniyê endamê wan ê bi navê Behzad Xusrewî radestî Îtlaata Îranê Kiriye.

Her wiha HDK-Îyê got, "Behzad Xusrewî zêdetirî 10 sal in bi dayîk û xwişka xwe re li Silêmaniyê dijiya û berevajî daxuyaniya Asayîşa Silêmaniyê, mayîna wan a li bajêr yasayî bû.”

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistanê - Îran (HDK-Î) li ser radestkirina Behzad Xusrewî daxuyaniyek belav kir.

HDK-Îyê di daxuyaniya xwe de got, “Di du hefteyên borî de Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê li Slêmaniyê du caran gazî Behzad Xusrewî kiriye.

Cara duyemîn pîştî cend rojan desteserkirî ma wan ew radesî Îdareya Îtlaata Bajarê Sineyê kir.”

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê doh li ser mijarê daxuyaniyek belav kiribû û tê de wiha gotibû:

“Behzad Xourewî hefteya borî ji ber nebûna destûra rûniştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatibû desteserkirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku mafê wî yê rûniştinê li Herêma Kurdistanê nîne û ti pêwendiya vê mijarê bi karê siyasî re nîne."

"Mayîna wan yasayî bû"

Li ser vê yekê jî Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistanê wiha got:

"Berovajî daxuyaniya Dezgeha Asayîşê ya Silêmaniyê, Behzad Xusrawî zêdetir ji 10 sal in bi dayik û xwişka xwe re li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê dijî.

Li gorî hemû belgeyên berdest, wan destûra rûniştinê li Silêmaniyê wergirtiye û mayîna wan yasayî ye û li gorî tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Behzad û malbata xwe 7 sal in endamên Hizba Demokrat a Kurdistanê bûn.

Ew di çarçoveya yasa û tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Silêmaniyê dijiyan û ti dûrketin û binpêkirinên ku di dadgehê de hatibe îsbatkirin di derbarê wî de çênebûye."

Hizba Demokrat a Kurdistanê radestkirina Behzad Xusrewî ya ji Îranê re şermezar kir û xwest ku ev mijar bi zelalî bê eşkerekirin û wiha pê de çû:

"Diviyabû biryara girtina Behzad li gorî yasaya Dezgeha Dadweriya Herêma Kurdistanê bihata kirin, ne ku radestî Dezgeha Asayîşa Silêmaniyê bê kirin ku endamê partiyeke li dijî Komara Îslamî ye û penaxwazekî siyasî ye û li Herêma Kurdistanê dijî."

"Bi îradeya xwe vegeriyaye”

Asayîşa Herêma Kurdistanê doh di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Behzad Xusrewî bi îradeya xwe vegeriyaye Îranê û " i bo vê yekê jî Asayîşa Silêmaniyê belgenameyêke yasayî pê daye îmzekirin."

Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir ku piştî îmzekirina belgenameyê prosedurên yasayî ji bo vegerê bi rêya Rêvebiriya Nişteciyên a Parêzgeha Silêmaniyê hatin bicihkirin.

Behzad Xusrewî di sala 1987an de li Seqizê ji dayîk bûye û ji sala 2014an ve li Silêmaniyê dijîiya û daxwaza mafê penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî hebû.

1ê Îlona 2024ê Hêzên ewlehiyê yên Sineyê pêwendî bi birayê Behzad Xusrewî yê ku li Seqizê dijî re kir û jê re got ku Behzad li bajarê Sineyê hatiye girtin û dê wê sewqî dadgehê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst