Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi avahiya dibistanekê ket.
Li gundê Oremarê ku 55 kîlometreyan dûrî navçeyê ye, ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiya dibistana 2 qatî ket ku ev 3 sal bûn nedihat bikaranîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Geverê çûn gund.
Agir bi hewldana tîman di nava nêzîkî 4 demjimêran de hat vemirandin.
Zerereke zêde gihîşt hemû beşên avahiyê.

