GEVER - Zarokê ku wesayîta zirxpoş lê da canê xwe ji dest da

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Gever Wesayîta Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve wesayeteke leşkerî li zarokekî 5 salî da û di encam de wî zarokî canê xwe ji dest daye. Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gor agahiyan roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an wesayeteke zirxpoş ya leşkerî ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi parêzgeha Wanê ve diçû li zarokekî 5 salî daye û wî zarokî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Herwiha li gor zanyariyan wesayet ya çawûşekî pispor e ku li Fermandariya Cendermeyan ya Geverê erkdar bûye.

Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê bûyerê de lêpirsin daye destpêkirin û hatiye îdîakirin ku ew çawûşê pispor hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst