Serok Barzanî: Divê xwişk û birayên Êzidî li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Cemayê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Divê xwişk û birayên Êzidî bêyî ku guvaşek li ser wan hebe biryara çarenivîsa xwe bidin.”

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got:

“Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzidî, pîrozbahiyên germ li Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx, Civata Ruhanî yê Ola Êzidî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.”

Herwiha Serok Barzanî bal kişand ser rewş û çarenivîsa Kurdên Êzidî yên Şingalê û wiha pê de çû:

“Divê xwişk û birayên Êzidî bi taybetî li devera Şingalê karibin birînên xwe bikewînîn.

Herwiha divê bi azadî û dûr ji hemû cûreyên guvaş û astengiyan li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin.

Serok Barzanî tekezî li ser bihêzkirina kultura bihevrejiyanê ya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyên Kurdistanê de kir û wiha domand:

“Hêvîdar im xwişk û birayên me yên Êzidî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê bikin.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Cejna Cemayê

Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13ê Çiriya Pêşîn de Cejna Cemayê pîroz dikin.

Îsal jî cejn li perestgeha pîroz a Êzdiyan, Perestgeha Laleşê tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin.

Cejna Cemayê ya îsal dê hefteyekê bidome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên wê cejnê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst