Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê navçeya Xinûsê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê Hasan Basrî Firat, li Almanyayê koça dawî kir.
Hasan Basrî Firat ku di heman demê de neviyê Şêx Seîd e, li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê krîza dil kir.
Firat piştî krîza dil li sirgûnê canê xwe ji dest da.
Şaredarê berê yê Xinûsê yê DBPyê Hasan Basrî Firat Çiriya Pêşîn a 2016an ji peywirê hatibû dûrxistin.
Li şûna wî de qeymeqamê Xinûsê wekî qeyûm hatibû danîn.
Firat piştî tayînkirina qeyûm ji welêt koç kiribû û li Wuppertala Almanyayê bi cih bûbû.
“Li benda yasaya nû bû”
Qasim Firatê pismamê Hasan Basrî Firat û Serokê Komeleya Şêx Seîd li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Qasim Firat diyar kir ku ew li benda yasaya nû ya pêvajoyê bû û dixwest piştî guherînên qanûnî vegere welatê xwe.
Qasim Firat li ser pismamê xwe wiha got:
“Pismamê min ji ber cezayê zindanê terka welatê xwe kiribû.
Lê wî biryar dabû ku piştî vê yasaya pêvajoya aştiyê vegere welêt.
Mixabin beriya ku yasa derkeve canê xwe ji dest da.
Ji bo ku li sirgûnê ti siyasetmedarê din canê xwe ji dest nede divê ev yasa zû derkeve.
Her wiha divê pêvajoya aştiyê bi awayekî erênî bigihîje encameke baş.”
Cenaze dê li Qolhesarê bê veşartin
Hasan Basrî Firat her wiha neviyê Xalid Begê Cibirî ye jî.
Dê cenazeyê Hasan Basrî Firat piştî kar û barên fermî yên li Almanyayê bînin Erziroma Bakurê Kurdistanê.
Cenazeyê wî dê li gundê bav û kalan li Qolhesara Xinûsê bê veşartin.



