Kurdên Êzdî li Tirbe Spiyê piştevaniya Nadiye Murad dikin

06-10-2018
RÛDAW
Xelatkirina Nadiya Murad bandora xwe li civaka Kurdên Êzidî kir
Xelatkirina Nadiya Murad bandora xwe li civaka Kurdên Êzidî kir
Nîşan Xelata Nobelê Nadiya Murad Kurdên Êzidî Tirbe Spiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Êzdî li navçeya Tirbe Spiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xweBi boneya wergirtina "Xelata Aştiyê ya Nobelê” ya Kurda Êzidî Nadiya Murad nîşan didin û  dibêjin, Nadya bû deng û rengê wan li nav civaka navdewletî.

 

Nadya Mûrad ew keça Kurd a Êzdî ku di dema êrîşa çekdarên DAIŞê bi ser gundê Koço yê girêdayê Şingalê di tebaxa sala 2014an de, ew û  malbata xwe ketûbûn ber wê êrîşê, niha bûye sembola li dijî sitemkariya li ser jinê li seranserê cîhanê, êdî ew dibe yekem Kurda Êzdî ku xelata Nobelê ya Aştiyê werdigire.


Komîteya Xelata Nobelê îro Înê 5ê Cotmeha 2018ê serkevtiyên îsal ên Xelata Nobela Aştiyê aşkere kir.


Komîteyê ji bo sala 2018ê xelata Nobel a Aştiyê da keça Kurd a Êzidî Nadiya Murad û doktorê Kongoyî Denis Mukwege.


Kurdên Êzdî yên ji Şingalê koçberî navçeya Tirbe Sipiyê  ku dikeve rojhilatê Qamişlo bûne kêfxweşiya xwe li hemberî vê yekê nîşan dan û pîrozbahiyeke germ li wê dikin. Kurdên Êzdî bidestxistina Xelata Nobelê ji aliyê Nadiye ve wek serbilindî û şanaziyeke bêsînor binav dikin.


Li gor berpirsekî civata Êzdiyan ên Tirbe Sipiyê, bi rêya şiyan û viyana Nadiye Murad peyama kurdên Êzidî giha hemû cîhanê, herwiha bidestxistina Xelata Nobelê ya Aştiyê serbilindî û rûmet da hemû Kurdên Êzdî ne


Berpirsê Civata Êzdî li Tirbe Sipiyê Ziyad Ristem wiha got: “Xwîşka me Nadiya karî bi rêya viyana xwe ya bihêz peyama xelkê gelê Êzidî bighîne hemû cîhanê, bi taybetî peyama 5 hezar keç û jinên ku DAIŞê ew revandin, xelata Nobelê serkeftin e bo gelê Êzdî. Nadiya karî peyama êş, derd û trajediya gelê Êzdî di demeke kurt de bighîne civaka navdewletî."


Mêrekî Kurdê Êzidî jî dibêje xwezî ew û keça xwe û hemû Êzidî li cihê Nadiye Murad bûna daku trajediya Êzdiyan li Şingalê bighînin hemû cîhanê.

 

Şêxekî Kurdê Êzdî Qember Camo jî wiha axifî: “Min dixwest di cihê wê de bûma, daku biaxiviyam, xwezî keç, xwîşk û hemû Êzidî di cihê wê de bûna daku li ser trajediya Êzdiyan biaxiviyan. Karesata ku hat serê Êzdiyan li Şingalê nehatiye serê ti kesî. Erdê me çû, namûsa me çû, xelkê Êzdî rûbirûyê xerabtirîn sitemkariyê bûn."

 

Roja 3ê meha tebaxa 2014an çekdarê DAIŞ êrîşeke berfireh birin ser Şingalê û di encam de bi hezaran mêr û zarûzêçên Kurdên Êzdî canê xwe jidest dan û bi hezaran keç û jin hatin revandin, ku heta niha jî gelek ji wan di destê DAIŞê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst