Li Efrînê êriş: 7 welatî birîndar bûn

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Ootomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê êrişî otomobîlekê hat kirin û di encamê de 7 welatiyên Kurd birîndar bûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê ragihand ku li devera nahiyeya Şêrawayê ya Efrînê di encama topbaranekê de 7 welatiyên Kurd birîndar bûn.

Li gorî heman navendê, ew otomobîl bi mûşekeke hêzên artêşa Sûriyeyê li ser rêya Fafirtîn – Birc Silêmanê li nahiyeya Şêrawayê hate armanckirin.

Hêzên artêşa Sûriyeyê jî li Çiyayê Şêx Eqîl bicih bûne û di dema vegera wan 7 kesan de ew kirine armanc.

Ev 7 kes Efrînê diçûne gundên xwe yên bi navê Birc Silêman û Kibbaşînê. 

Birînên hinek ji wan kesan wan giran in û ji bo dermankirinê ew şandin Nexweşxaneya Efrînê.

Navên wan jî hatine belgekirin: Mistefa Cemal, Nihad Îso, Ehmed Ehmed Hindî, Mihemed Ehmed Hindî, Mihemed Silêman ji gundê Kebaşîn in; Mihemed Seîd ji gundê Birc Heyder e; Îmad el-Dîn jî ji gundê Birc Silêmanê ye.

Gundewarê rojhilatê Efrînê, Jj 2018an ve ji aliyekî ve gelek caran dibe armanca êrişên hêzên Sûriyeyê û ji aliyê din ve jî dibe armanca êrişên hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di van êrişan de her dem welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst