Hevserokên Şaredariya Dêrsimê mazbata stand

06-04-2024
Elî Heyder Gozlu
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Mazbata
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Cevdet Konak û Bîrsen Orhan ên ku ji Partiya DEMê wek hevserokên Şaredariya Dêrsimê hatibûn hilbijartin, belgeyên xwe yên hilbijartinê wergirtin.

Hevserokên Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak bi Parlamentera Dêrsimê ya DEM Partiyê Ayten Kordu, Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek û endamên partiyê re çûn dadgehê û mazbata stand.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak ku şaredarî ji Mehmet Fatîh Maçoglu wergirt, diyar kir ku ew dê her tiştê şaredariyê bi zelalî ragihînin.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak ji Rûdawê re axivî û got:

“Me îro wekaleta miletê xwe wergirt, me wekaleta çiyayên Dêrsimê wergirt, ev wekaleta îqrar û heqîqeta me ye. Gelê vê xakê dibêje li zimanê xwe, bav û kalên xwe, ax û nirxên xwe xwedî derkevin.

Em ji bo ku bibin xwediyê vê wekaletê ev erk wergirt. Me bi hevalên xwe re şaredarî ziyaret kir û spasiya karmendan kir.

Ji bo ku gelê me bizane şaredarî çiqasî deyndar e em dê her tiştî ragihînin.”

Welatiyên ku dixwestin DEM Partî Şaredariya Dêrsimê bi dest bixe, dixwazin şaredariya nû zêdetir xizmetê bike.

Welatiya bi navê Turkan Yildizê got:

“Hêvîdar im lingê wî bi xêr be, em jê hez bikin, ew kirîfê me ye, em mexdûrên erdhejê ne, hêvîdar im li ser xêrê be.”

Sevîm Saglamê da zanîn:

“Me jinan dest da hev û em bi ser ketin. Îro roja me ye, roja Dêrsimê ye, li hemû ziyaret, ajel û gelê wê pîroz be.”

Mehmet Çogan jî got:

“Me îro mazbataya xwe stand. Îro roja me ye û bila ji bo gelê Dêrsimê li ser xêr be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst