Mêrdîn (Rûdaw) - Navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi hezaran sal in yek ji navendên sereke yên hilberîna zeytûnan e.
Di vê heyamê de li navçeya Dêrikê dar tên daweşandin û zeytûn tên komkirin.
Li gorî salên borî berê zeytûnan îsal gelekî baş e lê cotkar ji ber erzanbûna wan bi gazin in.
Cotkar didin zanîn ku van salên dawiyê zeytûnên hinek bajarên din dikevin bazarê û bi erzanî tên firotin, vê yekê jî zeytûnên Dêrikê erzan kirine.
Li nav baxên zeytûnan dayîk, mêr û zarokên malê mil bi mil zeytûnên navdar ên Dêrikê kom dikin.
Cotkarê bi navê Metîn Çîlek diyar kir ku 150-200 darên wî yên zeytûnan hene û got:
"Zeytûnên Dêrikê organîk in. Nayên gubrekirin û nayên dermankirin.
Nêzîkî 32 cureyên zeytûnan li Dêrikê hene.
Yên herî xweş û baş zeytûnên xirxalî, zoncik, belotî, mawî û kejik in.
Zeytûna herî baş xirxalî ye ku bi pîvanê tê firotin.
Pîvana wê ya 25 kîloyî bi 6 hezar û 500 heta 7 hezar lîreyî tê firotin.
Dema dibe zeytûna taşteyê jî kîloya wê dibe 300-350 lîre."
Huriyet Çîleka cotkar jî da zanîn ku jin bi awayekî çalak di nava daran de dixebitin û anî zimên:
"Mêr bi pêlekanan li aliyekî darê dixin, em jin jî li aliyê din dixin.
Em pê bi pê li ser daran digerin lewra em hîn bûne.
Jinên Dêrikê jêhatî ne û serbilind in."
Hewê Çîleka 70 salî jî bal kişand ser dîroka van baxan û da zanîn:
"Ev milkê bav û kalên me ye. Min çavên xwe di nav van zeytûnan de vekirin.
Niha hewa xweş e û em dixebitin. Berê zeman xirab bû.
Me bi daran dar dihejandin, berf û baran dibariya û me di nava sir û zîpikê de kom dikir."
Zeytûnên derve bihayê dixin
Li gorî amarên Birêvebiriya Daristanan sala 2025an li tevahiya Dêrikê hezar û 535 ton zeytûn hatibûn hilberîn.
Îsal ber gelekî baş e û tê çaverêkirin ku hilberîn ji 2 hezar tonî derbas bibe lê cotkar ji bihayê zeytûnan ne razî ne.
Cotkarê bi navê Mihemed Beşeren got:
"Em seranserî salê li benda van 15-20 rojên komkirinê ne.
Heke zeytûn pere bike baş e, heke neke jî em dibin dikin rûn."
Cotkar Hemdullah Demîr jî da zanîn ku zeytûnên bajarên din zererê didin berhemê wan û pê de çû:
"Ev salek du sal in zeytûnên Edremît, Hatay û Nizîpê ketine bazara Dêrikê.
Xelk jî diçe wan bi erzanî dikire. Bi vî awayî zeytûnên me yên Dêrikê di destê me de dimînin."
Kîloyek rûn ji 7 kîlo zeytûnan
Cotkarên Dêrikê beşek ji zeytûnên xwe ji bo xwarinê difiroşin û beşeke din jî li kargehên navçeyê dikin rûn.
Cotkar Beytullah Aydin got ku 70-80 darên wî hene û nêzîkî 800 kîlo zeytûn kom kirine û wiha axivî:
"Em bi tenekeyan difroşin. Tenekeyek 17-18 kîlo ye û em tenekeyê bi 7 hezar û 500 heta 8 hezar û 500 lîreyî difiroşin."
Karmendê Kargeha Rûnê Zeytê Alaattîn Taş jî li ser hilberîna rûn got:
"Hinek zeytûn hene ji 7 kîloyan kîloyek rûn didin, hinek jî ji 3 kîloyan kîloyek rûn jê dertê.
Hinek cure jî hene ne baş in û ji 10 kîloyên wan kîloyek rûn derdikeve."
Li Dêrika Çiyayê Mazî li ser rûberê 16 hezar donim zevî nêzîkî 600 hezar darên zeytûnan hene lê niha tenê ji 300 hezar darî berhem tê standin.


