MÊRDÎN – Xwest Solînê xelas bike, ew û Ronî mirin

06-03-2024
Nîşan Mêrdîn Qoser Dayîk Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, dayîka ku kurê wê yê 5 salî li milê wê bû, xwest keça xwe ya ku dikir ji balkonê bikeve rizgar bike lê her sê ketin.

Semîre Akturka 33 salî dît keça wê ya ku nabîne dike ji balkonê bikeve.

Semîreya ku kurê wê yê 5 salî li milê wê bû hewl da keça xwe rizgar bike lê her sê ji balkona tebeqa şeşan a avahiyê de ketin.

Semîra û kurê xwe canê xwe ji dest da, keça wê ya 6 salî jî li nexweşxaneyê hatiye entubekirin.

Li gorî nûçeya DHAyê, bûyerê li Taxa Ataturkê ya Qoserê rû daye.

Semîra Akturk dibîne ku keça wê Solîna 6 salî dê ji balkonê bikeve.

Kurê wê Roniyê 5 salî jî li milê wê ye, Semîre hewl dide Solînê xelas bike lê her sê ji qeta şeşan dikevin xwarê.

Tîmên tenduristiyê dayîk û her du zarokên wê rakirin nexweşxaneyê.

Semîre û Ronî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Rewşa tenduristiyê ya Solînê jî xerab e û hatiye entubekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst