Hewlêr (Rûdaw) - Xwekujekî xwe li nêzîkî Saziya Malbatên Şehîdan, a ser bi PYDê ve li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand û di encamê de xwekuj mir û 3 kes birîndar bûn.
Şahidekî bûyerê ji bajarokê Tirbespiyê ji Rûdawê behsa hûriyê kir û got: “Demjimêr 18.30 bi dema Sûriyê, xwekujekî bi kemberk bombekirî, ku temenê wî derdora 17 salî bû, xwe li nêzîkî Saziya Malbatên Şehîdan a ser bi PYDê ve teqand.”
Cihê teqînê, berê baregeha ewlekariya siyasî ya rejîmê bû (Emin siyasî), lê niha bûye baregeha Saziya Malbatên Şehîdan a ser bi PYDê ve.
Li gorî agahiyên wî şahidî, teqîn ne giran bû, û di encamê 2 endamên YPGê û kesekî sivîl birîndar bûn, lê birîna wan sivik bû.
Herwiha wî şahidî da zanîn ku ziyaneke kêm gihîştiye avahiya saziyê û hêzên asayişa PYDê û YPGê niha cihê bûyerê dorpêç kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse