Şkenceya jinbavê li keça 9 salî: Gelek caran bi ser û çavên reş û şîn diçû dibistanê

06-02-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Anîla Seîdî Şkence Jinbav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê keçeke 9 salî rastî şkenceya jinbava xwe hat.

Berpirsê Saziya Xizmetên Civakî ya Sineyê Husên Resûlî ragihand ku keça bi navê Anîla Seîdî ya 9 salî ji aliyê jinbava (dêmarî) xwe ve gelek caran rastî şkenceyê hatiye.

Her wiha Husên Resûlî got, "Doza şkencekirina keçeke 9 salî ji aliyê jinbavê ve, ji bo şaxa 7emîn a Dadgeha Sineyê hat şandin.

Zarok gelek caran bi vî awayî ji aliyê jinbavê ve hatiye şkencekirin."

"Xwestiye wê li germavê bixeniqîne"

Li gorî Husên Resûlî, jinbava Anîlayê berê jî ew biriye germavê û "xwestiye wê bixeniqîne" lê bav û birayê wê gihiştinê û ew rizgar kirine.

Piştî ku bav û birayê wê Anîla birine nexweşxaneyê, di demekê de ku ew gelekî lawaz bûye û şopên şkenceyê li ser laşê wê diyar bûne, karmendên nexweşxaneyê, Xizmeta Civakî ya Sineyê agahdar kiriye.

Anîla gelek caran bi ser û çavên reş û şîn çûye dibistanê, berpirsên dibistanê jî li ser vê mijarê lêpirsîn kirine.

Bavê Anîlayê pêşî red kiriye ku keça wî hatibe şkencekirin lê dema birayê mezin israr kiriye, bav jî qebûl kiriye ku jina wî şkence li Anîlayê kiriye.

Berpirsê Saziya Xizmetên Civakî ya Parêzgeha Sineyê her wiha diyar kir ku jinbava Anîlayê ducanî ye û ji aliyê bavê Anîlayê ve ji malê hatiye derxistin.

Hat zanîn ku dayîka Anîlayê beriya 7 salan koça dawî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst