Dijeterora Kurdistanê: Ji ber bombebaranê 3 gerîlayan canê xwe ji dest da

06-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mawet Silêmanî Gelale Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku ji ber bombebarana balafirên Tirkiyeyê li Mawetê yek jê fermandar 3 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan îro danê sibehê li gundê Gelaleyê yê navçeya Mawetê yê Silêmaniyê 2 otomobîl û baregeheke gerîlayên PKKyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir ku berpirsek û 3 gerîlayên PKKyê di wê bombebaranê de canê xwe ji dest daye.

“Herêmên çiyayî hatine bombebarankirin”

Li aliyê din Qeymeqamê Mawetê Kameran Hesen jî li ser bûyerê ji Rûdawê re got:

“Saet, 10:40an herêmên Baskê Qelê, daristana Xendekê û gundê Gomespê ya li derdora Gelaleyê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Em heta niha nizanin zerer çi ye, ji ber ku herêmên hatine bombebarankirin dûr in û çiyayî ne.”

Li gorî gotina Kameran Hesen, çiyayên hatine bombebarankirin berdewamiya Çiyayê Asosê ne û gerîlayên PKKyê jî li wan herêman hene.

Rêxistina CPTyê ya Amerîkayê diyar kir ku di 9 mehên sala borî de Tirkiyeyê nêzîkî hezar û 600 caran axa Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Li gorî CPTyê sala 2023yan Tirkiyeyê hezar û 548 caran axa Herêma Kurdistanê bombebaran kiribû.

Her li gorî amarên rêxistinê, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê zêdetirî 170 gundên Herêma Kurdistanê bi tevahî hatine valakirin û 602 gund jî di bin metirsiya valabûnê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst