Hewlêr (Rûdaw) - Hestiyên Neandertalekî ku berê li Şikefta Şanederê ya li Herêma Kurdistanê hatibûn dîtin, zanyariyên nû û dîrokî derxistin holê.
Ev delîl tundî, kuştin û di heman demê de hezkirin û dilovaniyê di navbera Neandertalan de eşkere dikin.
Dema ku ev Neandertal hatiye kuştin temenê wî li dora 40 salî bûye.
Lêkolerên Zanîngeha Cambridgeê navê wî kirine "Şaneder A".
Hestî 7,5 metreyan di bin ax û bermahiyên şikeftê de hatine dîtin û dîroka wan vedigere 75 hezar sal berê.
Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Keleporê ya Herêma Kurdistanê û Zanîngeha Cambridgeê ya Brîtanyayê îro bi hev re ev lêkolîn belav kir.
Birîna li ser hestiyê milê çepê
Li gel hestiyê girmilê Şaneder A, hestiyên destê wî û çend perçeyên din ên hestiyan jî hatine dîtin.
Tiştê ku bala lêkoleran kişandiye ew e ku di dafika milê wî yê çepê de qulekî gilover ê 15 mîlîmetreyî heye. Ev yek nîşana cihê rimekê ye.
Şêweyê birînê nîşan dide ku rim ji darekî tûjkirî hatiye çêkirin, ne ji serimekî kevir.
Bi salan dihat fikirîn ku şer û tundiya mirovan bi çandinî û mayîndebûnê re dest pê kiriye lê vê dîtinê deriyî nû vekir.
Ji bo şûnwarnas û dîroknasan eşkere bû ku dîroka tundî û kuştinê ji deh hezaran salan kevntir e.
Lêkoler di wê baweriyê de ne ku ev birîn bi rimeke darîn ê tûjkirî çêbûye.
Rim li sînga wî ketiye, di pişik û dilê wî re derbas bûye û ji pişta wî ve derketiye.
Ev yek di dîroka Rojhilata Navîn de wekî delîla herî kevin a bikaranîna vê çekê ya ji bo kuştinê tê hesibandin.
"Neandertal di başî û xerabiyê de mîna me bûn"
Şikefta Şanederê li ser Geliyê Zêyê Mezin e.
Ji salên 1950î ve çavkaniyeke girîng a zanyariyên li ser Neandertalan e û cîwarekî demsalî bûye ku piştre mirovê jîr jî lê jiyaye.
Ev dîtina nû wê nêrîna giştî diguhere ku Neandertalan wekî mexlûqên kovî û bêhest nîşan dide.
Zanista Antropolojiya Biyolojîk a Zanîngeha Cambridgeyê Emma Pomeroyê got:
"Ev hestî nîşan didin ku tundî û dilovanî du aliyên sereke yên xwezaya mirovan in û di kesekî de kom bûne. Neandertal di başî û xerabiyê de wekî me bûn."
Lêkoleran her wiha perçeyên hestiyan ên şikestî dîtine ku ji ber lêdana rimê cihê wan guheriye.
Her wiha berê lêdanê ji jor ve ber bi jêr ve û li aliyê pêş ê sînga wî ya çepê bûye.
Pomeroyê da zanîn ku dibe ku armanc lêdana dil bûbe, mîna ya ku nêçîrvan ji bo kuştina bilez a nêçîrê bi kar tînin, ji ber ku Neandertalan dizanibû ev cure lêdan zû dibe sedema mirinê.
Şûnwarnasê Zanîngeha Cambridgeyê û hevbeşê lêkolînê Graeme Barker jî diyar kir ku bi îhtimaleke mezin ev yek di navbera kesan de bûye, çi di navbera endamên heman komê de be çi jî bi komeke din a reqîb a Neandertalan re be.
Barker diyar kir îhtimala ku ji aliyê mirovên hevdem ve hatibe kuştin gelekî kêm e.
Neandertal ji beriya 400 hezar salan heta 40 hezar sal berê li Ewrasyayê jiyane û piştre bi bicihbûna mirovên îro li herêmê winda bûne, tevî ku tevlîbûn di navbera wan de çêbûye.
Nîşanên dilovanî û lênerînê li şikeftê
Ji bilî hestiyê girmilkê, lêkoleran çend parsû, destekî rastê û 7 diran dîtine ku piraniya wan diranên çena jêrîn in.
Diran nîşan didin ku vî kesî herî kêm salek beriya mirina xwe lêdaneke gelekî giran li rûyê xwe xwariye.
Diranên wî yên pêşiyê şikestine, yek ji wan ker bûye û yên din jî ji cihê xwe derketine.
Ev êş di wê serdemê de ew qas giran bûye ku xwarin û vexwarin lê zehmet kiriye.
Ev jî tê wê wateyê ku pêdiviya Şaneder A bi kesên derdora xwe hebûye ku xwarinê jê re nerm bikin û di pêdiviyên sereke de alîkariya wî bikin.
Hestiyên Şaneder A di nav koma goran de li pişt stûneke kevir a şikeftê, li kêleka termê çar Neandertalên din (sê mezin û pitikek) bi baldarî hatine veşartin.
Ev yek nîşana rêz û xema kûr a endamên komê ya ji bo hevalên wan e.
"Navê Kurdistanê ket rojeva navendên cîhanê"
Birêvebirê Şûnwar û Keleporê yê Soranê Ebdulwehab Silêman di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
"Lêkolîn hevbeş bû di navbera Birêvebiriya Şûnwar û Keleporê ya Soranê, Daîreya Şûnwar û Keleporê ya Mêrgesorê û Zanîngeha Cambridgeyê de.
Me karî tiştekî gelekî girîng bibîne, ew jî delîla şer û tundûtîjiyê ya di navbera du mirovên Neandertal de ye."
Birêvebirê Şûnwarê yê Soranê her wiha destnîşan kir, "Ew mirovê ku rim lê ketiye, piştî salekê miriye.
Ev jî nîşaneya hest û dilovaniya di navbera Neandertalan û wî kesê birîndar de ye."
Ebdulwehab Silêman anî zimên, "Vê dîtinê careke din navê Kurdistanê xiste rojeva navendên cîhanê û ducare derfet ji bo geştiyariya zanistî ya li herêmê ava dike."
Birêvebirê Şûnwarê yê Soranê da zanîn ku ji ber nebûna testên gelekî bipêşketî li Herêma Kurdistanê, nimûne û pişknîn ji Brîtanyayê re tên şandin û got:
"Li zanîngehên Cambridge, Oxford û Liverpoolê pişknîn ji bo wan tên kirin, di heman demê de kolan û alîkariya meydanî û lojîstîk ji aliyê tîmên Soran û Mêrgesorê ve tê kirin."



