Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimê, piştî barana gur a ku serê sibe dest pê kir, li gundê Xorê yê navenda bajêr Çemê Rojê lehî rabû.
Ji ber lehiyê, hinek malên welatiyan di ber avê re çûn û zerer gihîşt baxçe û zeviyan.
Barana ku serê sibe gurtir bû, li seranserê bajêr bandoreke nebaş li jiyana rojane kir. Li ser hinek rêyan gola avê çêbû û kolanên Taxa Sêhenkê di bin avê de man. Şofêr û peya di çûnûhatinê de gelekî zehmetî kişandin.
Ji ber lehiyê, di trafîka ser rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Pilemuriye de dem bi dem rawestan û astengî çêbûn.
Her wiha hat agahdarkirin ku geştên ferîbotan ên di navbera navçeyên Pêrtag û Çemişgezekê û parêzgeha Xarpêtê de, yên ku bar û rêwiyan vediguhezînin, ji ber şert û mercên hewayê dereng man.
“Çi hat hema li ber xwe bir”
Yek ji wan welatiyên ku ji lehiyê bandor bûye Saadet Dînçerê diyar kir ku lehî serê sibe derdora demjimêr 09:00-10:00an de rabûye û got:
“Lehî ji jor ve, ji aliyê Navenda Tenduristiyê ve hat. Çi tiştê li pêşiya xwe dît li ber xwe bir. Her tişt bir, kesî nikaribû tiştekî bike. Qîrîn û hawara zarokan bilind dibû. Min jî got ‘Em dikarin ka çi bikin?’”
“Piştî 40 salî ez cara yekem e lehiyeke wiha dibînim”
Sema Durgunê jî da zanîn ku lehiyê zerereke mezin daye baxçeyên wan. Durgunê diyar kir ku wan serê sibe dengekî gur bihîstiye û bi dû re lehî rabûye û wiha berdewam kir:
“Îro serê sibe baran barî. Dengekî pir gur hat, me nêrî ku lehî tê. Pêşî ket baxçeyê me. Dêya min li wir bû, me ew bi hezar zehmetiyan rizgar kir.
Lehiyê ber deriyê mala me rûxand. Piştî 40 salî ez cara yekem e lehiyeke wiha dibînim.
Lehiyê em malwêran kirin, baxçeyê me xerab kir. Motora avdanê ya bostanê me jî bir, tiştek li pey xwe nehişt.”


