Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrekî hikûmeta nû ya Sûriyeyê li ser şerê navbera HSD û komên çekdar de got, "Armanca me ew e ku di navbera HSD û Artêşa niştimanî ya Sûriyeyê de bigihîjin rêkeftinekê."
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya girêdayî Tirkiyeyê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tund bûne.
Her wiha di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.
Wezîrê çandiniyê yê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Mihemed El Ehmed li Şama paytexta Sûriyeyê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Ehmed got, "Em dixwazin bi rêya diyalogê di navbera HSD û komên Artêşa Niştimanî ya (Sûriyeyê) de, li ser şêwaza rêveberiya nû bigihin rêkeftinekê, bi taybetî li herêmên nakok."
Her wiha Ehmed diyar kir ku aloziya vê dawiyê ya di navbera hêzan de "encama şerê demdirêj ku Sûriye pê re rû bi rû maye û neheqiyên rêjîma Sûriyeyê ye, çi li dijî Ereban û çi li dijî Kurdan."
Ehmed tekez kir ku rêkeftineke nû bi her du aliyan re dê garantîkirina rêveberiyeke yekane ji bo hemû axa Sûriyê be.
Li aliyê din, Ehmed dijberiya hikûmeta nû ya Şamê ya li hemberî sîstema federalîzmê dubare kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse