Hewlêr (Rûdaw) - Endameke Tevgera Ciwanên Şoreşer berpirsyariya êrişên li ser ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo li xwe digire û dibêje, “Êrişên li ser ofîsa Rûdawê li ser esasê hişyarkirinê bûn.” Nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê dibêje, Ciwanên Şoreşger “ser bi Qendîlê ve ne û fermanê jî ji Qendîlê werdigirin.” Bavê keçeke 16 salî jî daxwaz ji General Mezlûm Kobanî dike ku keça wan ji destê Ciwanên Şoreşger rizgar bike.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Medya Yûsif îro, 06/01/2022 di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê bersiva pirsên Vîviyan Fettah da.
Medya Yûsif dibêje, “Ciwanên Şoreşger biryara xwe didin û ne bi ser ti aliyekî ve ne. Biryar ji aliyê encûmenê ve tên dayîn û nikarin li dijî biryarên Rêveberiya Xweser jî rawestin.”
Êrişên li ser ofîsên Rûdaw û ENKS
Li ser pirsa, “Ciwanên Şoreşger çima 6 caran êrişî ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo kirin?”, Medya Yûsif dibêje, “Kanala Rûdawê niha li Rojava karên xwe birêve dibe û Şoreşa Rojava jî şoreşeke demokratîk e, her kanala ku li vir be, divê xizmeta şoreşê bike. Ew êriş jî li ser esasê hişyarkirinê bûn. Her tiştê hebe, divê di xizmeta şoreşê de be, kanala Rûdawê jî divê di xizmeta şoreşê de be.”
Medya Yûsif derbarê êrişên li ser ofîsên ENKSê yên li Rojavayê Kurdistanê jî axivî û red kir ku wan êrişî ser ofîsên ENKSê kiribin û dibêje, “Dibe hinek kesan bi navê me êriş kiribin, lê em wek Ciwanên Şoreşger ofîsên ti aliyekî naşewitînin, di bin desthilata Rêveberiya Xweser de be, em karên bi wî rengî nakin, MITa Tirkiyê wan karan bi rêkxistin dike û dixwaze ciwanan ji şoreşê qût bike. Em tiştekî bi wî rengî li xwe nagirin û nakin.”
Êrişa li ser deriyê Pêşabûr-Sêmalka
Ciwanên Şoreşger roja 15/12/2021 êrişî deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka kirin û ji wê rojê ve derî hatiye girtin. Li ser sedema êrişa bo ser wî deriyê sînorî jî Medya Yûsif dibêje, “Wek Ciwanên Şoreşger, me meşek kir, me êriş nekir. Me çalakî kir û me daxwaza termên du ciwanên xwe kir, me xwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û peyama xwe bigihînin. Pêwîst bû pêşwaziyeke baş li me bihata kirin, ne ku bi kevir bersiv bidin. Em nebûne sedema girtina deriyê sînorî. Em piştrast in ku du termên me li aliyê hikûmeta Herêmê ne û berî ku şehîd bibin, peyam şandine.”
Beşeke malbatên li Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê dikin ku “Ciwanên Şoreşger zarokan direvînin û wan beşdarî nav refên gerîla dikin” û li ser vê mijarê jî Medya Yûsif dibêje, “Em ti kesî nabin nav gerîla, em karê PKKê nakin. Zarokên Rojavayê Kurdistanê bi xwe jî vê yekê dizanin. Şoreş heye, êriş heye. Her kesê di bin 18 saliyê de be, em nakin endam. Em ne tevgereke serbazî ne, lê dezgeheke fermî ne. Malbat dikarin bên aliyê me û giftugo bikin, kesên bixwazin em dikarin vegerînin bo wan.”
Nêrîn û helwesta ENKSê
Lê Serokê Nûnertiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd tiştek din dibêje.
Newaf Reşîd beşdarî bultena Rojava (19.00) ya Rûdaw TVyê bû û karên Ciwanên Şoreşger wek “xerabtirîn kiryar” binav kirin û got, “Karên wan gihiştine astekê ku astengiyê li ber yekrêziya nav mala Kurdî çêdikin.”
Medya Yûsif red kiribû ku ew ser bi ti aliyekî ve bin, lê Serokê Nûnertiya ENKSê dibêje, “Xwezî min bawer kiriba. Ew çawa dikare înkara wê bike ku di demjimêrên derengiya şevê de bi rûpoşî êriş dikin? Ew dikare înkara wê bike ku dema nîvro êrişî ser xwepêşanderan dikin? Hemû ew ên ku êriş dikin, wêne û vîdyo hene ku Ciwanên Şoreşger in. Wan bi xwe digot, `em Ciwanên Şoreşger in`. Wan ala Kurdistanê xist bin lingan. Eger dibêjin, `ne em in`, çawa di Roja Ala Kurdistanê de li Dêrikê li ber çavê asayişê êriş kirin? Çawa li xelkê didin, agir berdidin ofîsê û dibêjin, `em Ciwan in`.”
Ciwanên Şoreşger ser bi kê ve ne?
Serokê Nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê dibêje, “Ciwanên Şoreşger ser bi PKK û Qendîlê ve ne. Biryarên xwe jî ji Qendîlê werdigirin.”
Medya Yûsif red dike ku Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişî ofîsên ENKSê kiribe, lê Newaf Reşîd dibêje, “Gelo eger ne ew in, kî ne? Bi dehan bûyeran bi navê Ciwanên Şoreşger rû dane. Çar meh in hemû tiştek bûye Ciwanên Şoreşger. Niha ew înkara çi dikin?”
Têkildarî helwesta Amerîkayê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî li ser kiryarên Ciwanên Şoreşger, Newaf Reşîd dibêje, “Her carê soz didin û paşê dîsa ew grûp destpê dike û her tişt wek berê lê tê. Ti kes nîne sînorek bo wan dane.”
Li gor Newaf Reşîd, “Hemû karên revandinê û şewitandinê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve tên kirin û belge hene” û got jî, "gelek tişt hatine piştguhkirin, ji bo pêkanîna yekrêziya nav mala Kurd."
Daxwaza bavê keçeke 16 salî
Roja 19/12/2021 keçeke 16 salî hat revandin û bavê wê keçê jî dibêje, “Keça min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.”
Sema Fethula Gedo ya 16 salî, wek ku malbata wê dibêje, “Nexweşiya derûnî ya demdirêj heye û ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.”
Bavê Sema Gedo, Fethula Gedo, roja 05/01/2022, beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û got, “Keça min 19/12/2021 demjimêr 08.30ê sibehê li Qamişlo di rê de bû biçe xulê, piştî demjimêrekê cîranekî me hat û ji me re got, `Seyarek li ber keçeke temen biçûk rawestiya, 4 kes jê peya bûn û li gel wê axivîn`. Ev karê Ciwanên Şoreşger e.”
`Çareseriya derûnî werdigire û raporta pizîşkî heye`
Li gor Fethula Gedo dibêje, ji wî re hatiye gotin, aram be û “em dê çend demjimêrên din keça te vegerînin. Em li hemû Qamişlo li pey Semayê geriyan, ji Asayişa Giştî bigire ta digihije Asayişa Jin, Ofîsa Karûbarên Civakî, Navenda Civakî. 28ê mehê kurtevîdyoyek nîşan dan û gotin, `keça te li binkeya ciwanan e li Qamişlo û sê rojên din vedigere.”
Li ser hewldana bo dîtin an jî serdana keça xwe jî Fethula Gedo dibêje, “Me gelek gelek hewl da û me rica ji wan kir ku em li gel keça xwe biaixivin. Min got, eger min jî nebîne, bila dayika xwe bibîne. Sema ji 2013an ve çareseriya derûnî werdigire û raporta pizîşkî heye. Keça min ne xwedî biryar e û temenê wê 16 sal e.”
`Li ber danûstandinên Kurdî-Kurdî asteng in`
Fethula Gedo dibêje, “Dema ku zarok di şer de tên bikaranîn, ev wek tawana rêxistinî û tawana bazirganiya bi zarokan tê dîtin. Ez daxwaza Sema nakim, lê daxwaza hemû wan keç û zarokên Sûrî dikim. Ez kiryarên Ciwanên Şoreşger şermezar dikim. Ew dûrî yasa ne û nikare tiştek ji wan re bê gotin û ew dibêjin, `em serbixwe ne`, lê em hemû dizanin ku kî wan araste dike û em dizanin biryarên wan ji derveyî sînor tên. Ev li ber danûstandinên Kurdî-Kurdî jî asteng in.”
Bavê Semayê dibêje, “Keça min ti pirsgirêkek li malê nebû, li dibistanê di nav 56 xwendekaran de 30 li ser 30 aniye. Ew roja Yekşemê revandin, em daxwaz dikin keça min bê vegerandin. Çarenivîsa wê ew bû bibe endazyar û pizîşk, ne ku bê revandin û bi çarenivîsa wê bê lîstin.”
Li ser pirsa `Hûn çawa dizanin ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin?`, Fethula Gedo dibêje, “endamekî Ciwanên Şoreşger telefona me kir û got, `me biriye`. Em ji %100 piştrast in ku wan biriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse