Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku Radyoya Dengê Kurdistanê peyama doza Kurdan a rewa gihand cîhanê.
Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera 63yemîn a damezirandina Radyoya Dengê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî ragihand ku damezirandina wê radyoyê gaveke stratejîk bûye da ku mezlûmiyeta gelê Kurdistanê bi cîhanê were naskirin.
Wî di peyama xwe de alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hemû xelkê Kurdistanê pîroz kir.
"Dengê şoreşê digihand"
Serok Barzanî bal kişand ser dîroka avabûna wê dezgeha medyayî û got:
"Damezirandina Radyoya Dengê Kurdistanê pêngaveke girîng a serkirdayetiya Şoreşa Îlonê bû."
Serok Barzanî destnîşan kir ku armanca radyoyê ew bû ku dengê şoreşê, nûçeyên qehremanî û destanên Pêşmergeyan bigihîne herêmê û cîhanê.
"Ji bo doza rewa rêyeke modern bû"
Serok Barzanî her wiha da zanîn ku rola radyoyê di bilindkirina moral û xweragiriya gelê Kurdistanê de gelekî bibandor bûye û wiha pê de çû:
"Ew radyo ji bo derxistina pêş a mezlûmiyeta gelê Kurdistanê rêyeke modern bû.
Wê peyama doza me ya rewa gihand raya giştî ya Îraqê, herêmê û cîhanê."
Spasiya têkoşeran kir
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de spasiya xebatkar û têkoşeran kir.
Wî spasiya wan hemû kesan kir ku ji serdema Şoreşa Îlonê û Gulanê heta îro di zindîhiştina "dengê wêrek" ê radyoyê de rol lîstine.
Her wiha Serok Barzanî ji bo xebatkarên radyoyê serkeftin xwest


