Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Zinarcankê yê navçeya Rezanê ya Amedê ji ber ketina birûskê du xwişk birîndar bûn û Nûrhayat Yuzena 11 salî îro mir.
Bûyerê 26ê Îlona 2026an (Şemî) li gundê Zinarcankê rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dema ku dayika wan mijûlî dayîna alifê ajelan bû, her du xwişk Nûrhayat Yuzen (11) û Fîrdevs Yuzen (9) nêzîkî 100 metreyî dûrî mala xwe dilîstin û di wê kêliyê de birûskê li wan xistiye.
Keçika 11 salî mir
Hat diyarkirin ku piştî dengê tund ê birûskê gundî bi hawara wan ve çûne û tîmên tenduristiyê agahdar kirine.
Her du xwişkên birîndar bi ambulansê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.
Nûrhayat Yuzena ku rewşa wê giran bû, yekser birin beşa nexweşên giran lê belê keça 11 salî tevî hemû hewldanên bijîşkan, îro serê sibehê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku dermankirina xwişka wê, Fîrdevs Yuzen li heman nexweşxaneyê berdewam dike.
Tîmên tenduritiyê cenazeyê Nûrhayatê ji bo kar û barên otopsiyê biriye Saziya Tiba Dadî ya Amedê.
Tê çaverêkirin ku piştî temambûna otopsiyê cenazeyê wê li gund were veşartin.



