Wan - Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr a dîrokî tê restorekirin

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr Westan Wan Parêzgariya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr a dîrokî ya li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê tê restorekirin.

Parêzgariya Wanê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêrê li gorî ser reseniya wê restore dikin.

Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr di navbera salên 1387-1410an da hatiye çêkirin û yek ji navendên girîng ên geştyariyê ye.

Tîmeke 20 kesî ya Parêzgariya Wanê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan dest bi xebatên restorasyona Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr kirine.

Tîmên restorasyonê dîwarên hundirîn ên ku xirab bûne û beşên dîwêr ên hilweşiyane temîr dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst