AMED - DBPyê konferansa amadekariyê ya kongreya 6emîn li dar xist

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan DBP Kongre Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DBPyê beriya 6emîn kongreya xwe ya asayî li navçeya Rezanê ya Amedê konferansek saz kir.

Konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Rezan ya Amedê bi dirûşma “Em Ê Bi Civaka Rêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” dest pê kir.

Ji çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê alîgirên DBPyê beşdarî konferansê bûn.

Herwiha gelek parlamenter û kesayetên siyasî jî amade bûn.

Li gorî agahiyan ev konferans wek amadekariya Kongreya 6emîn a DBPyê ye ku dê 12ê Çiriya Paşîna 2023yan li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin.

Di vê konferansê de dê nexşerêya partiyê ya nû bê gotûbêjkirin û hevserokên nû yên partiyê jî werin destnîşankirin.

Ji bo hevserokên nû yên DBPyê navê Çigdem Kiliçgun Uçar Hevseroka Partiya Çepên Kesk ku navê xwe wek Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat guhertin û Keskîn Bayindir hevserokê niha yê DBPyê derbas dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst