Li Rihayê pevçûn: 6 birîndar hene

05-11-2023
Nîşan Riha Siwêreg Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera dû grûpan de pevçûn derket.

Her du grûpan bi kêr, kevir û daran erişî hev kir, di encama pevçûnê de 6 kes birîndar bûn.

Pevçûnê şeva borî li Taxa Esmerçayirê ya a Siwêregê rû da û sedema wê heta niha nayê zanîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya birîndarê bi navê M.E. xirab e û tîmên tenduristiyê M.E. ji Siwêregê veguhastiye nexweşxaneyeke Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst