PDK: Li Kerkukê metirsî li ser dengên Kurdan hene

05-09-2021
Raman Gewrani
Li Kerkukê milyonek û 11 hezar û 928 kesan, ji bo 12 kursiyan li sê bazneyan mafê dengdanê heye
Li Kerkukê milyonek û 11 hezar û 928 kesan, ji bo 12 kursiyan li sê bazneyan mafê dengdanê heye
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Kerkûk PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartina Encûmena Nûneran ya Iraqê, Kurd girîngiyeke zêdetir bi Kerkûkê didin û berpirsekî  Partiya Demokrat a Kurdistanê  jî dibêje, metirsî li ser dengên Kurdan hene. Partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê, ku hevpeyman e ligel Tevgera Goranê, 7 berbijêrên wê hene. Herwiha PDKê jî du berbijêr danîne û ji pêkhateyan re gotiye bila ew prose bi aramî birêve biçe.

Ji tevahiya 12 kursiyên Encûmena Nûneran ya Iraqê, li Parêzgeha Kerkûkê, di hilbijartinên borî de, YNKê 6 kursî bidest ve anîbûn, lê PDKê boykot kiribû. Bala Kurdan li ser bazneyên wê yên yekem û duyem e, ku hevpeymaniya YNKê û Goranê, pênc berbijêr li bazneya yekem û du berbijêr jî li bazenya duyem  hene. Partiya Demokrata Kurdistanê jî dibêje berbijêrên wan di wan herdu  bazneyan de hene.

Berpirsê Beşa Hilbijartinê yê YNKê yê Kerkûkê Umer Qellayî jî  dibêje, dengên Kurdan weku pêkhate, dengên 6 kursiyan in.   

Li Kerkukê milyonek û 11 hezar û 928 kesan, ji bo bidestveanîna 12 kursiyan, li sê bazneyan mafê dengdanê heye.

Partiya Demokrata Kurdistanê du berbijêr li bazneya yekem û duyem hene. Berpirsê Saziya Hilbajartinê yê wê Partiyê li Kerkûkê  dibêje, ji ber yasayê û bazneyan pêşbînîkirin zehmet e.

Berpirsê Saziya Hilbijartinê di Encûmena Serkridayetiya Kerkûk û Germiyanê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Ednan Kerkukî ji Rûdawê got: “Pêşbînîkirin Zehmet e, lê em dikarin bibêjin li bazneya sêyem ya Hewîce, Ereb sê kursiyan dibin. Tirkmen jî weke berê ji du kursiyan kêmtir nabin.  Ew ên dimînin bo Kurdan, 7 kursî ne û em nikarin bibêjin kî, çend ji wan dibe.”

Ednan Kerkukî got jî, dengên Kurdan ji ber hebûna hêzên milîs, di jêr metirsiyê de ne û amaje bi wê jî kir ku, tenê hemahengiya wan ligel pêkhateyên din ew e ku, aramî bê parastin û propagande û hilbijartin bi ewlehî birêvebiçin. 

Di hilbijartina 10ê Cotmeha 2021an de, 3 hezar û 249 berbijêr di komîsyonê de  hatine pesendkirin û pêşbirkê ji bo bidestveanîna 329 kursiyên Encûmena Nûneran ya Iraqê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst