PDKyê piştî 8 salan baregeha xwe ya Kerkûkê vekir

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hîwa Ehmed Fazil Mîranî Îraq Şaxewan Ebdula
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PDKyê bi beşdariya gelek nûner û alîgiran xwe piştî 8 salan Navenda Rêxistina Kerkûk-Germyanê vekir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi amadebûna Berpirsê Desteya Polîtburoya Siyasî Fazil Mîranî, Alîkarê Serokê Parlamenetoya Îraqê Dr.  Şaxewan Ebdula û hejmareke berpirsên din ên PDK û hikûmetê, Navenda Rêxistina Kerkûk-Germyanê ya Kerkûkê vekir.

Berpirsê Rêxistina Kerkûk-Germyanê yê PDKyê Hîwa Ehmed di axaftinekê de got, "Piştî heşt salan, vegerîna me di demekê de ye ku cîhan û Rojhilata Navîn guherînên mezin bi xwe ve dîtine; dixuye ku ev guherîn dê berdewam bin, ji ber vê yekê rewş hestiyar e."

Hîwa Ehmed got, "Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê her tim hestiyarî û berpirsiyariya xwe ya li hember gelê Kurd û hemû gelên Îraqê nas dikin"

Berpirsê Rêxistina Kerkûk-Germyanê yê PDKyê behsa girîngiya yekrêziya Kurdan a li Kerkûkê kir û got:

"Niha ji her demê zêdetir yekrêziya gelê Kurd pêwîst e. Ji bo ku em hemû bi hev re bibin hêmanek ji bo yekrêzî û lihevkirinê, bi ya me baş e ku di hemû pirsgirêkan de, çi yên borî û çi yên niha, destûr serdest be û em hemû vegerin ser destûrê.

PDK (li Kerkûkê) dê bibe beşek ji çareseriya pirsgirêkan û em nabin serêşî ji bo ti kesî.

Em hatine vegerîn da ku em pirsgirêkan çareser bikin, em hemû dest di nav destê hev de wekî bira, xizmeta welatê xwe bikin.”

“PDK her tim li Kerkûkê bû”

Herwiha Fazil Mîranî jî di merasîma vekirinê de axivî û got:

"Em nehatine Kerkûkê lê em her li Kerkûkê bûn û dê li Kerkûkê bin, ji ber ku heger em demekê bi laş li Kerkûkê nebûbin jî, her tim rêxistin û baweriya Kurdayetiyê ku bîr û baweriya Rêbaza Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, reh û rîşeyên wê di vê Kerkûkê de hebûne û dimînin û roj bi roj jî zêde bûne.

Em naxwazin bi çavê xwe li xwe binêrin lê divê em bi çavê miletê xwe li xwe binêrin, çi ji aliyê PDKyiyê ve, çi ji aliyê xebata îdarî û Kurdayetiyê ve."

Piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an, baregehên PDKyê ji aliyê Heşda Şebî û hêzên Îraqî ve hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst