Li Hewlêrê zilamek bi bilokên betonî hat kuştin!

05-04-2016
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê, kesek bi bilokên betonî hat kuştin.

Şeva borî li bajarê Hewlêrê, zilamek li eydana mirîşkan a Hewlêrê kuştî hat dîtin.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz li ser bûyerê ji Rûdawê re got, nîvê şevê em hatin agahdarkirin ku li meydana mirîşkan a Hewlêrê kesek hatiye kuştin.

Hogir Ezîz derheqê çawaniya bûyerê de jî agahî da û got, çend kesan ew zilamx apandibûn û bi hêceta ku “agir bi dikana te ketiye” ew derxistibûn derve, paşê di navbera wan de şer derketibû, wan kesan bi bilokên betonî ew zilam kuştibûn.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, derheqş sebebşn kuştina wî zilamî de ti agahî neda tenê got, derheqê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hat gotin ku navê wî zilamî Îbrahîm Elî û temenê wî jî 39 sal bûye. Mala wî jî li taxa Sêtaqan a Hewlêrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst