Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoyê got, "Ji pêvajoya Tirkiyeya Bêteror veger nîne.”
Erdogan her wiha behsa tevlîbûna YBŞyê ya nav artêşa Îraqê û pêvajoya nû kir û diyar kir ku li Şingalê ku bi salan e wekî "Qendîla duyem" tê binavkirin di warê avakirina desthilata dewletê de gaveke girîng hatiye avêtin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.
Erdogan di axaftina xwe de qala pêvajoya çareseriyê jî kir û got ku serkeftina pêvajoyê dê bandoreke erênî li turîzm, hinarde û veberhênanan bike.
Erdogan diyar kir ku divê pêvajoya “Tirkiyeyeke Bêteror” tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê neyê dîtin.
Wî anî zimên ku ev pêvajo ji bo bipêşketin û armancên aborî yên Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir ku pêvajo wekî projeyeke dewletê tê birêvebirin.
Wî da zanîn ku eger ew bigihîjin armanca xwe, dê di serî de di warê turîzm û hinardeyê di gelek waran de encamên erênî werin bidestxistin.
Erdogan diyar kir ku ji xeynî bajarên rojavayê Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Antalya û Îzmîrê, dê bedewiyên dîrokî û xwezayî yên Colemêrg, Şirnex, Wan, Bedlîs, Amed, Mêrdîn û Agiriyê jî di qada navneteweyî de zêdetir werin nasandin.
Erdogan got ku bi xurtbûna keşa aramî û ewlehiyê ya li rojhilatê welêt re dê 86 milyon kes qezenc bike.
Erdogan anî zimên ku dê sûda aborî ya bi serkeftina pêvajoyê re derkeve holê, tenê bi wan herêmên ku bi salan in rûbirûyî gefa terorê bûne sînordar nemîne û 81 parêzgehên Tirkiyeyê ji vê bipêşketinê sûdê wergirin.
Erdogan diyar kir ku “bi nemana bandora terorê re”, bajarên ku ji ber koçberî û bêewlehiyê potansiyela xwe ya aborî bi têrkerî bi kar neanîne dê ji nû ve zindî bibin.
Wî eşkere kir ku gava sereke ya di turîzm, bazirganî û veberhênanan wê di keşa "Tirkiyeyeke bêteror” de pêk were.
"Em hewl didin lihevkirina civakî ya herî berfireh bidomînin"
Erdogan pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" wekî parçeyekî girîng ê armanca “Tirkiyeyeke mezin û bihêz” nirxand û got ku ew di encamdana pêvajoyê ya bi serkeftî de bibiryar in.
Erdogan diyar kir ku ji armancên aramî, halxweşî, biratî û bipêşketinê veger nîne.
Wî destnîşan kir ku divê xebat bi hişê hevpar, hestiyarî û bi lihevkirina civakî ya herî berfireh a pêkan werin domandin.
Li Şengalê entegrasyona YBŞyê
Erdogan li ser bipêşketinên li Şengalê behsa entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya nav artêşa Îraqê jî kir.
Erdogan diyar kir ku li Şingalê ku bi salan e wekî "Qendîla duyem" tê binavkirin di warê avakirina desthilata dewletê de gaveke girîng hatiye avêtin.
Wî got ku hefteya borî tevlîbûna zêdetirî 4 hezar endamên YBŞyê ya nav hêzên ewlehiyê yên Îraqê dest pê kiriye.
Recep Tayyip Erdogan da zanîn ku li herêmê ji bo valakirina şikeftan bipêşketinên erênî çêbûne.
Wî anî zimên ku pêvajo bêyî ku ji hestiyariyên ewlehiyê tawîz were dayîn bi baldarî tê birêvebirin.
Erdogan bal kişand ser xebatên yekîneyên ewlehiyê û saziyên pêwendîdar û eşkere kir ku ew bawer dike ku dê pêvajo bi piştgiriya partiyên siyasî û tevkariya civakê bigihîje armanca xwe.
Li Gabarê du zeviyên nû yên petrolê
Erdogan bal kişand ser girîngiya ewlehiya enerjiyê û got ku Tirkiye xebatên xwe yên ji bo zêdekirina berhemanîna petrol û gaza xwezayî ya navxweyî didomîne.
Erdogan diyar kir ku hilberîna gaza xwezayî ya li Deryaya Reş pêdiviya 4 milyon malî dabîn dike û anî zimên ku ew armanc dikin bi Platforma Hilberîna Seravê ya Osman Gaziyê re hilberînê ducare bikin û bigihînin 8 milyon malan.
Erdogan eşkere kir ku li Gabarê hilberîna rojane ya petrolê gihiştiye 184 hezar bermîlan û da zanîn ku li zeviyên Xazîler û Kulyayê ya Silopiya Parêzgeha Şirnexê jî petrola nû hatiye keşifkirin.
Erdogan diyar kir ku di her du zeviyên nû de 135 milyon bermîl potansiyela petrolê heye û got ku ew armanc dikin nîvê duyem ê sala 2027an berhemanîna li herêmê ya rojane derxînin 120 hezar bermîlan.



