Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) bi hevkariya Global Order Programme û Global History Centre yên di bin sîwana Zanîngeha Oxfordê de, li Enqereyê bi sernavê “Li Rojhilata Navîn Li Peymaneke Civakî ya Herêmî ya Nû Gerîn” konferansek li dar xist.
Di konferansê de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Serokê MÎTa Tirkiyeyê û ji AK Partî, MHP, CHP û DEM Partiyê parlementer û mêvan beşdar bûn.
Di Konferasnê de behsa pêvajoya aştiyê û bandora wê ya li herêmê hate kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar got “Me berê jî gotibû ku hinek caran di pêvajoyê de sekinînek çêdibe heta hin caran em dibêjin bi temamî pêvajo sekiniye.
Lê em dibînin ku pêvajo berdewam e. Em dikarin bêjin pêvajo berdewam dike.”
Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Oguz Kaan Salici, Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen û Parlamenterê Bursayê yê AK Partiyê Kanî Torun, ji Rûdawê re behsa konferans û proseya çareseriyê kirin.
"Xala ku em gihştinê binirx e"
Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Oguz Kaan Salici anî ziman ku berê jî li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina vê pirsê hin gav hatine avêtin, lê belê ev pêvajo ti carî negihştiye qonaxeke weke ya îro pêşketî.
Salici destnîşan kir ku xala ku lê hatî gihştin girîng e û wiha got:
“Ji bo çareserkirina vê pirsê berê jî li Tirkiyeyê gav hatin avêtin. Lê ti carî negihştibû qonaxeke wiha bipêşketî.
Di parlamentoyê de komisyonek hat avakirin, komisyonê rapora xwe eşkere kir, yasayeke çarçoveyê derket, Lijneya Ewlehiya Neteweyî biryar girt, rêxistinê ragihand ku xwe hilweşandiye û çek danîne.
Ev tiştên ku me berê dîtine nîn in. Ji ber vê yekê, bi dîtina min ev rewşa ku em tê de ne û xala ku em gihiştinê binirx e.
Daxuyaniyên ku bi taybetî ji aliyê kesên nûnertiya eniya desthilatdariyê dikin hatine dayîn, wekî daxuyaniya birêz Numan Kurtulmuş wekî Serokê Parlementoyê bi nirx e.
Demek berê me guhdariya Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî kir, daxuyaniyên wî jî gelekî piralî û giştgîr bûn.
Ez li ser wê baweriyê me ku tevî hinek kêmasiyan jî, li gora xala ku em gihştinê, pêvajo bi rastî jî di rêyeke diyar de bi pêş ve diçe.
Piştgiriya mezin a mixalefetê jî, ango hewldana meşîna bi lihevkirinê re, tiştekî pir binirx e û di Meclîsê de xebateke ku dimeşe heye. Ev jî pir hêja ye.
Ez bawer dikim ku dê hîn çêtir bibe. Ez li ser wê ramanê me ku dê bigihîje xaleke hîn çêtir.”
Nîqaşa Komîsyonê û Helwesta CHPyê
Li ser bîrxistina nîqaşên derbarê komîsyona ku tê plankirin di Parlamentoyê de were avakirin û derengketina wê, Salici anî ziman ku ew wek CHP amade ne endaman bidin komîsyonê.
Salici diyar kir ku partiya wan piştgiriyê dide pêvajoyê û ev daxuyanî dan:
“Em dixwazin endaman bidin Komisyonê. Di vê mijarê de tu gumaneke me tune ye. Ew piştgiriya pêvajoyê dikin.
CHP tevî ku di bin her cûre zextan de ye jî, vê mijarê datîne şûneke din. Ji ber ku ji bo Tirkiyeyê û aştiya me ya navxweyî girîng dibîne, piştgiriyê dide.
Lê belê dema ku em vê dimeşînin, wekî mînak beriya ku Parlamento girtî be, me yasayeke çarçoveyê derxist.
Di nav wê yasaya çarçoveyê de komîsyoneke çavdêriyê heye ku divê hebe.
Parlamento di 1ê Çiriya Peşîn de vebû. Em di meha Çiriya Paşîn de ne.
Werin em ava bikin, em ê çima dirêj bikin? Yasayeke ku me bixwe derxistiye û bi piranîyeke pir mezin, bi dengê 467 parlamenteran derketiye holê, hat qebûlkirin.
Niha divê hewcedariyên wê werin bicihanîn û herî kêm divê di vê mijarê de derengî çênebe.”
"Konferans pêvajoyê dike xwedî nasnameyeke navneteweyî"
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê û Parlamenterê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku eşkere ye ev konferans ji aliyê dewletê ve jî tê piştgirîkirin.
Ekmen bal kişand ser girîngiya axaftina Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di bernameyên wiha pir beşdar de û anî ziman ku armanca konferansê ew e ku perspektîfeke navneteweyî û herêmî bide pêvajoya çareseriyê.
Ekmen di nirxandina xwe de wiha got:
“Berisveke pêşîn, ev konferanseke girîng e. Ji her halê wê diyar e ku dewlet bi eşkereyî piştgiriyê didê.
Hem Serokê Parlamentoyê hem jî Serokê MÎTê ji bo Tirkiyeyê jî pir tevlî bernameyên wiha nedibûn.
Serokê Parlamentoyê bernameyên xwe bixwe çêdike lê cara yekem e ku tê konferanseke wiha pir beşdar.
Serokê MÎTê jî dîsa cara yekem diaxive. Heke tenduristiya wî rê bide, Fethî Yildiz jî dê cara yekem di bernameyeke wiha de biaxive.
Ev hemû nîşan didin ku dîzayna giştî ya bernameyê ji aliyê hêzên tifaqê û dewletê ve jî hatiye pejirandin.
Girîngiya vê yekê ji bo me ev e: Ev konferansek e ku hewl dide îmaj û nirxa markayê ya pêvajoyê bilind bike, nasnameyeke navneteweyî û perspektîfeke herêmî bide pêvajoyê.
Ez vê wekî hewildaneke baş li ser navê pêvajoyê dibînim. Spasiya Galîp Dalay, Oxford û ORSAMê dikim.”
Serdana Alî Babacan a Hewlêr û Silêmaniyê
Ekmen bersiva pirsa derbarê serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan a ji bo Hewlêrê jî da û diyar kir ku di bernameya serdanê de Hewlêr û Silêmanî cih digirin.
Ekmen derbarê rageşiya li Herêma Kurdistanê ya di navbera PDK û YNKyê ya li ser Parlamentoyê bangî li aliyan kir ku bi dualî fedakarî û tehamulê nîşan bidin û wiha pê de çû:
“Ev geşta me qonaxên wê yên Hewlêr û Silêmaniyê hene. Helbet şîreta me (derbarê rageşiya parlamentoya ya di navbera PDK û YNKyê de) ev e ku bi fedakariya dualî û tehamulê, yekîtî û bihevrebûn were xurtkirin.
Dema me nûçeyên wekî 'Pêşmerge di bin sîwana yek artêşê de bûn yek' xwendin, em kêfxweş bûn.
Gava hat gotin ku 'Hêzên li Şingalê bi artêşa Bexdayê ve hatin girêdan', em xemgîn bûn.
Pêdiviya me bi hêz û pêkhateyeke wisa heye ku Kurdên li wir dijîn, bi Êzîdî, Misilman, YNK, PDK, Yekgirtû destên hev bigirin.
Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin û bi vîneke bihêz bi hev re xebatên xwe berdewam bikin.”
"Çarçoveya ku Kurtulmuş xêz kiriye nîşaneya serkeftina pêvajoyê ye"
Parlamenterê Bursayê yê AK Partiyê Kanî Torun jî axaftina ku Numan Kurtulmuş di konferansê de kiribû nirxand.
Torun diyar kir ku Kurtulmuş di axaftina xwe de çarçoveya pêvajoya çareseriyê xêz kiriye û anî ziman ku ev çarçove ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn xwedî girîngiyekê ye.
Torun bal kişand ser girîngiya gotina Kurtulmuş a ku diyar dike 'pêvajo di bin xwedîderketina Parlamentoyê de tê meşandin' û wiha got:
“Axaftineke pir xweş bû. Bi taybetî çarçoveya pêvajoyê xêz kir.
Ev çarçove ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û ji bo hemû herêmê girîng bû.
Ya duyemîn, gotina wî ya ku diyar kir pêvajo di bin xwedîderketina Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) de ye jî pir girîng bû.
Bi dîtina min, ew çarçoveya ku wî xêz kiriye, nîşaneya wê yekê ye ku çima pêvajo dê bigihîje serkeftinê.
Ez wisa difikirim ku bi hêviya Xwedê, pêvajo dê li ser wê xetê berdewam bike û bigihîje serkeftinê.”
Di konferansa ORSAMê de ji bilî navxweyiya Tirkiyeyê heman demê ji Herêma Kurdistanê û Suriye û ji çend welatên jî mêvan beşdar bûn.
Konferans heman demê behsa pêvajoya entegrasyona Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê jî hate kirin.
Parlementerê Suriyeyê Îbrahim Ebdî got, “Bandora Tirkiyeyê gelekî li ser me heye em dibînin ku ku HSD koka wê ji PYDyê û PYD jî ji PKKyê bû îro eger PKK li Tirkiyeyê çekan deyne û aştî çêbe wê bandora wê li Suriyeyê jî çêbe.”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Îslamî Selehadîn Bahaeddîn jî wiha anî zimên:
“Bi vê pêvajoyê ez dilxweş im. Rast e ku car caran hêdî dimeşe lê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke 40-50 salan û ji bo bihevrejiyanê pêvajoya aştiyê pêvajoyeke giring e.”
Li Tirkiyê piştî demeke dirêj bi beşdariya kêm zêde hemû aliyên sereke yên siyaseta Tirkiyê tevî beşdariyeke nêwneteweyî û heremî konferansek li ser pirsgirêka kurdan, pêvajo û bipêşketinên heremî hate lidarxistin.



