Rûdaw: Rêveberiya Xweser tawanekê li hember azadiya karê medyayê dike

05-02-2022
RÛDAW
Nîşan RudawRojava
A+ A-

Tora Medyayî ya Rûdawê biryara girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, weke “tawan” li dijî azadiya karê ragihandinê bi nav dike û dibêje: “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û herwiha wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê lê temaşe dike.”

Rûdawê daxuyaniyek derbarê rawestandina karê xwe li Rojavayê Kurdistanê belav kir û tê de dibêje: “Di heman demê de, em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”

Daxuyaniya Rûdawê wiha ye:

Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara rawestandina karê Tora Medyayî ya Rûdawê û standina moleta karê medyayî ji Rûdawê û hemû karmendên wê da. Îro şemiyê 5ê sibata 2022yan, bi îmzeya Hevserokên Fermangeha Medyayê Nûr Seîd û Ciwan Mela Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hate şandin.

Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û her wiha wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê lê temaşe dike. Tora Medyayî ya Rûdawê bi awayekî pir profesyonel û li gor yasayan li hemû cihan kar dike. Ev biryara Rêveberiya Xweser a Demokratîk pişta xwe bi tu bingeheke qanûnî girê nade û çavkaniya wê fikirîna teng a siyasî û hizbî ye.

Me pirsgirêkên xizmetguzarî yên xelkê veguhastine û danîne pêşber berpirsên Rojavayê Kurdistanê û nêrîna wan jî hatiye wergirtin. Her wiha me pirsgirêkên siyasî li gor nêrîna hemû aliyên siyasî veguhastine û me dîbeyt di navbera wan de saz kirine, me rûmalên herî berfireh û serkeftî yên êrişên li ser Kobanî, Efrîn û Serê Kaniyê pêk anîne. Her wiha me daxwazên wan zarokên revandî veguhastine ku Ciwanên Şoreşger ew direvandin, ji bo vegerandina zarokên wan. Wiha diyar e ev binpêkarî ne bi nêrîna rêveberiya ser bi Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD).

Tora Medyayî ya Rûdawê rûmalên herî berfireh ên êriş û tawanên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kir û heya niha jî çarenivîsa peyamnêrê me Ferhad Hemo nediyar e ku di roja 15ê kanûna duyem a 2014an de di navbera Qamişlo û Til Koçerê de ji aliyê DAIŞê ve hat revandin.

Rûdaw ku dezgeha medyayî ya hejmar yek a bê rikber e li Rojavayê Kurdistanê û cihê baweriya xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, demeke dirêj e li jêr gefa çek bi destên rûveşartî û ciwanên hizbî yên alozîçêker e li Rojavayê Kurdistanê. Heya niha jî şeş caran bo bombeyên molotov û kevir û daran êrişî ser ofîsa Rûdawê hatiye kirine, ku rêxistina Ciwanên Şoreşger di roja 6ê kanûna duyem a 2022yan de bi awayekî eşkere li ser televizyona Rûdawê li berpirsiyariya xwe mikur hatin derbarê wan êrişan.

Her wiha heya niha jî du peymanêrên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin, her wiha bi lêdanê êrişî ser sê peyamnêr û kameramanên Rûdawê hate kirin, gefa kuştinê li hemû karmendên Rûdawê hatiye kirin li Rojavayê Kurdistanê. Her wiha roja 7ê kanûna duyem a 2021ê asayîşa Rojavayê Kurdistanê avête ser ofîsa Rûdawê û hemû karmendên Rûdawê girtin û dû re jî gotin bi çewtî bû. Her wiha careke din di 4ê tebaxa 2015an da biryara qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hat dan û heya 20ê adara 2018an berdewam bû.

Tora Medyayî ya Rûdawê hertim berpirs û dezgehên pêwendîdar bi awayekî fermi agahdar kiriye, lê tu sûda wê nebû û hinekan ji wan gotine ew li derveyî desthilata me ye.

Em daxwazê ji xelkê Rojavayê Kurdistanê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê û derve dikin, herwiha em daxwazê ji nûnertiya NY û Amerîka û welatên din dikin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dikin, herwiha em daxwazê ji hemû rêxistinên berevanên azadî û karê rojnamevanî dikin ku helwestê werbigirin û givaşê bikin ji bo hilweşandina vê biryarê.

Di heman demê de, em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê

5ê sibata 2022      

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst