KERKÛK - Cotkarên Kurd hatin desteserkirin

04-09-2024
Nîşan Kerkûk Cotkar Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê du cotkarên Kurd li ser giliyê Erebên hawirde hatin desteserkirin.

Nûnerê Cotkarên Nahiyeya Sergeranê Mihemed Emîn ji Rûdawê re da zanîn ku her du cotkar li nahiyeya Leylanê hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku bavek (Mihemed Emîn) û kurê wî (Mecîd) hatine desteserkirin, ew ji gundê Tirkeşkanê ne û sala 2003yan vegeriyane ser mal milkên xwe.

Nûnerê Cotkarên Nahiyeya Sergeranê Mihemed Emîn bal kişand ser zextên Erebên hawirde û got:

“Ew cotkar sala 2003yan vegeriyane ser mal milkên xwe lê ev çend sal in Erebên hawirde hewl didin ku ew dîsa ji warê bav û kalên xwe bar bikin.”

Erebên hawirde ji dema rejîma Beasê ve bi rêya peymanên çandiniyê zeviyên Kurdan dagir dikin, li malên wan bi cih dibin û hikûmetên cuda yên Îraqê jî piştgiriyê didin wan.

“Peymanên wan hatine betalkirin”

Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn diyar kir ku ew bi rêya peymanên betalkirî dest datînin ser zeviyên Kurdan û li pey çû:

“Peymanên wan hatine betalkirin lê niha çûne Gerînendehiya Çandiniyê û ew jî piştgiriyê didin wan û dibêjin ku peymanên wan derbasdar in.”

“Ereban leşker birine”

Mihemed Emîn da zanîn ku wî li zîndanê seriyek daye wan du cotkarên Kurd û wiha behsa bûyerê kir:

“Erebên hawirde belaya xwe di wan du cotkaran daye û wan jî bersiv daye.

Ereban jî leşkerên Îraqê bi xwe re birine û careke din çûne, leşkeran bav û kur desteser kirine.”

Mihemed Emîn ragihand ku wan Erebên hawirde tezmînata xwe wergirtiye û divê ji gund derkevin lê wan giliyê Kurdan kiriye.

Ew du cotkarên Kurd niha li nahiyeya Leylanê ya Kerkûkê di zîndanê de ne.

Piştî êrişên 16 Çiriya Pêşîn a 2017an gef û êrişên li ser Kurdên Kerkûkê zêde bûne.

Ereb hewl didin bi rêbazên serdema Beasê Kurdan ji war û eqarê wan derxin û rehên dagirkeriya xwe berfirehtir û kûrtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst