Kurdistan
Li gundê Çibuxliyê du zarok ji bo avjeniyê ketin gola li gund û piştî demekê di nav golê de wenda bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarok di golê de xeniqîn.
Li gundê Çibuxliyê yê Qelqeliyê, duh Yusuf Bulutê 15 salî û Mahsum Ozbeyê 16 salî ji bo avjeniyê ketin gola li gund û piştî demekê di golê de wenda bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di encama xebatên tîmên lêgerînê de termê Yusuf Bulut û Mahsum Ozbey ji golê hatin derxistin.
Termê her du ciwanan birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse