Aloziyên li Tirkiye û Sûriyeyê: 'Tirkiye xelkê Sûriyeyê digire'

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan SOHR Tirkiye Sûriye Beşar Esed Efrîn Heleb El Bab Serê Kaniyê Girê Spî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê li bajarên wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê û El Bab û Ezazê yên Sûriyeyê dest bi operasyonan kir û bi dehan kes desteser kirin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û hêzên leşkerî yên mixalefeta Sûriyeyê li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê herî kêm 30 kes desteser kirine.

Li gorî SOHRê, ew kes bi hinceta “xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê û şewitandina alayên Tirkiyeyê” hatin desteserkirin.

Xelkê bajarokên Silûk, Hemam El-Tirkmanê yên Sûriyeyê û bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên li penaberan Sûriyeyê yên li bajarên Tirkiyeyê û hebûna hebûna hêzên Tirkiyeyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dest bi protestoyan kiribû.

SOHRê eşkere kiriye ku hinek endamên grûpên çekdar ên Ehrar El-Şerqiye û Hemzatê yên ku beşek in ji mixalefeta Sûriyeyê, tevlî xwepêşanderên bûbûn.

Li Efrîn û Bakurê Helebê 12 kes hatin girtin

Li aliyê din, çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê dest bi girtina xwepêşanderan kiriye.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya wê operasyonê de li wan kesan digerin ku beşdarî xwepêşandanan bûne û êrişî hêz û otomobîlên Tirkiyeyê kiriye û alayên wê daxistine.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên Tirkiyeyê bi alîkariya polîsên leşkerî yên girêdayî mixalefeta Sûriyeyê li gundên bakurê Helebê bi bahaneya xwepêşandanan 12 welatiyên Sûriyeyê girtine.

SOHRê diyar kir ku 4 kes ji wan girtiyan xelkê Ezazê û 8 kes jî ji Efrînê.

Li gorî SOHRê, hêzên Tirkiyeyê ew hemû veguhastine Tirkiyeyê û aqûbeta wan nayê zanîn.

Alaya Tirkiyeyê careke din li Efrînê hat billindkirin

Roja duşemê xwepêşanderan bi ser avahiya Serayê ya Efrînê girtibû û alaya Tirkiyeyê ya li ser wê avahiyê daxistibû.

Komên çekdar ên wekî polîsên leşkerî, Firqeya Hemzatê û Firqeya Sultanê yên girêdayî mixalefeta Sûriyeyê ku sala 2019an tevî artêşa Tirkiyeyê Efrîn dagir kiribû careke din alaya Tirkiyeyê li ser wê avahiya bi cih kir.

Ew avahî wekî baregeha parêzgarê Tirkiyeyê yê Efrînê tê bikaranîn.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst