Kobanî; Di mehekê de mar û dûpişkan bi 71 kesan vedane

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tendirustiyê ya Kobaniyê dibêje, di havînê de dopişk zêde bûne, di meha borî de dûpişkan û maran bi 71 kesan vedane.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li herêma Kobaniyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji ber ku îsal baran zêde bû, mar û dûpişk li navçeyên nêzîkî Çemê Feratê zêde bûne.

Desteya Tendirustiyê ya Kobaniyê dibêje, di mehekê de 71 kes ji ber vedana dûpişk û maran rakirine nexweşxaneyên herêmê.

Li gor desteya han, di meha bihorî dûpişkan bi 67 kesan û maran jî bi 4 kesan vedane.

Desteyê herwiha diyar kiriye, ti kesî ji ber vedana dûpişk û maran li herêmê canê xwe ji dest nedane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst