Li Qersê baran û teyrokê cadde û kolan di bin avê de hiştin

04-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Baran Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde teyrok bariya û bandorek nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kir.

Roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li parêzgeha Qersê baraneke bihêz bariya. Piştî baranê teyrok bariya.

Baran û teyrokê cadde û kolanên Qersê di bin avê de hiştin.

Şofêrên otomobîlan ji ber ava li ser caddeyan kombûye di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan  bûn. Beşek ji wan jî hewildan otomobîlên xwe ji teyrokê biparêzin.

Li caddeya Faîkbey a parêzgehê avrêj xitimîn û av ket hindirê çend kargehan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst