Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek wek diyarî da xwendekara yekem Henar Teha Nûrî

04-07-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Henar Teha Nûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xaniyek weke diyarî da xwendekara serkeftî Henar Teha Nûrî ku di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê yekemîn derket.

Êvara duh encamên taqîkirinên pola 12ê ya lîseyê hatin ragihandin û xwendekarên yekem ên li ser asta Herêma Kurdistanê navên wan hatin aşkerekirin.

Yek ji wan xwendekaran, keçek e bi navê Henar Teha Nûrî ku ji navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.

Henar Teha Nûrî di malbateke hejar de mezin bûye û bi derfetên xwe yên kêm û di rewşeke pir zehmet de xwendiye û di taqîkirinên pola 12ê ya lîseyê de di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê de yekem derketiye.

Wê xwendekarê ku bavê xwe nedîtiye û bi dayik û birayên xwe re dijî, di odeyeke pir sade de xwendiye ku bêtir dişibhe embarekê ne odeyekê.

Dayika wê weke alîkarî ew ode ji keça xwe re li ser banê malê ava kiriye. Ode bi blokan hatiye çêkirin û li ser wê ne geç û ne tiştekî din nehatiye lêxistin, herwiha ne mafor û ne ti tiştek nehatiye raxistin, tevî wê kelûpelên zêde yên malê jî lê hatine danîn, bi kurtî wek embarekê ye û qet naşibihe odeya xwendekarekê.

Lê belê çîroka serkeftina xwendekara Kurd ji wê odeyê dest pê dike. Henar bi hemû zehmetiyan, di wê odeyê de dixwîne û herî dawî digihe armanca xwe û di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê yekem derket.

Çîroka serkeftina Henarê û odeya wê ya sade, di nav raya giştî ya Kurdistanê de gelek karvedan çêkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanê jî biryar daye ku yekeyek akincîbûnê weke diyarî bide malbata xwendekar Henar Teha Nûrî, ku di beşa wêjeyê de li ser asta Herêma Kurdistanê bûye yekem.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, Alan Heme Seîd ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir û got, serkokwezîr ew erkdar kirine ku serdana wê xwendekarê û malbata bikin ku mala wan li navçeya Çemçemalê ye.

Wezîrê Perwerdeyê herwiha destnîşan kir ku dê Serokwezîr hemû xwendevanên yekem xelat bike.

Xwendekar Henar Teha Nûrî di vê raporta Rûdawê de behsa çîroka serkeftina xwe dike:

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst