MELETÎ - Keçeke ji Kobaniyê nexweş e: 'Dengê me bibihîsin'

04-04-2024
RÛDAW
Meletî: Keçeke ji Kobaniyê nexweş e û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye
Meletî: Keçeke ji Kobaniyê nexweş e û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye
Nîşan Meletî Kobanî Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêwîstiya keçeke 15 salî ya ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bi çandina kezebê heye.

Malbata keçikê daxwazê ji rêxistin û saziyên xêrxwaziyê dike ku ji bo xerciyên tedawiyê alîkariyê bidin wan.

Keça bi navê Diyala Mislima 15 salî ji Kobaniyê ye, bavê wê miriye û ew li Rihayê li cem mala apê xwe dimîne.

Diyala beriya 4 mehan ji kezeba xwe nexweş ket û pêwîstiya wê bi neql an jî çandina parçeyeke kezebeke saxlem heye.

Diyala niha li Meletiyê di nexweşxaneyê de ye û di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Li gorî zanyariyên ku endamên malbatê ji Rûdawê re gotine, ji bo emeliyata kezebê pêwîstiya wan bi 15 hezar dolaran heye lê ti derfeteke wan nîne ku wî pereyî peyda bikin.

“Pêwîstiya me bi alîkariyê heye”

Apê Diyalayê, Îbrahîm Mislim li ser rewşa tenduristiya wê ji Rûdawê re axivî û got:

“Diyala ji kezeba xwe nexweş bû. Di 4 mehên dawiyê de rewşa wê giran bû. Xwîna me û wê hev negirt. Em jê re li kezebê digeriyan.

Me jê re kezebek dît. Xortekî ji Îdlibê ku merivê me ye wê kezeba xwe bide Diyalayê.”

Li ser xerciyên emeliyatê jî Îbrahîm Mislim got:

“Ev 5- 6 meh in, ez bêkar im û bi nexweşiya Diyalayê re mijûl im. Me gelekî pere xerc kirin. Merivên me alîkarî dane min ji bo Diyalayê lê têrê nake.

Ez ji rêxistinên mirovî û xêrxwazan dixwazim dengê me bibihîsin û bibin alîkar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst