Kampanyaya paqijkirina jîngeha Dêrsimê: ‘Derdora xwe pak bihêlin!’

04-03-2024
Elî Heyder Gozlu
Kampanyaya paqijkirina jîngeha Dêrsimê
Kampanyaya paqijkirina jîngeha Dêrsimê
Nîşan Dêrsim Paqijî Xweza Jîngeh
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê parêzgarî û xelkê bi hev re jîngeh paqij kir.

Wan qerax bi qerax, xwezaya bedew a Dêrsimê ji pîsiyê rizgar kir.

Kampanyaya jîngehparêziyê ji aliyê parêzgariyê ve hat destpêkirin.

Xwendekarên zanîngehê, xwebexş, jîngehparêz û welatî beşdarî kampanyayê bûn.

Parêzgarê Dêrsimê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ew dê ji niha û pê ve bi bername xwezaya Dêrsimê paqij bikin.

Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu anî ziman:

“Em dê mehane bi kêmanî carekê vê çalakiyê li Newala Pilemûriyê û Newala Mûnzurê bikin û me biryar li ser vê yekê daye.

Hinek caran li gel karmendên parkên niştimanî, hinek caran jî di çarçoveya projeyên berjewendiyên giştî de ligel xwendekar û karmendên xwe, hinek caran jî ez bi xwe dest pê dikim.”

Bi rêya tabelayên cuda rênimayiyan didin û xelkê hişyar dikin.

Armanca hemû çînên cuda paqijkirina jîngeha Dêrsimê ye.

Hinek beşdar ji derveyî Dêrsimê hatine.

“Gilêşên xwe neavêjin”

Jîngehparêz Halîme Îdilê got:

“Îro em li Dêrsimê ne, ez bi xwe ji Mêrdînê me. Dêrsim pir xweşik e, Newala Mûnzurê li vir heye. Em îro ji bo paqijiyê hatin.”

Li gel kampanyaya paqijkirina jîngehê, daxwazê ji welatiyan dikin ku dema diçin seyranê û kom dibin, xwezayê ji pîsbûnê biparêzin.

Bi taybetî Çemê Mûnzurê paqij bihêlin ku bedewiyeke gelekî nuwaze daye herêmê.

Serokê Komeleya Heyva Kesk a Zanîngeha Dêrsimê Mervan Yalçin jî anî ziman:

“Em ji bo paqijiya derdora xwe hatine. Em dibêjin ji bo yên piştî me bila kes gilêşên xwe neavêje erdê û derdora xwe pak bihêlin.”

Li gorî amarên Parêzgariya Dêrsimê, di du salên borî de hejmara geştyaran zêdetir bûye.

Salane zêdetirî 2 milyon geştyaran berê xwe didin Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst