Hewlêr (Rûdaw) - Li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek parêzeran xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê saz kirin û êrîşa duh a Til Rifetê şermezar kirin.
Li bajarê Qamişlo hejmarekê ji parêzeran xwepêşandanek birêve bir. Xwepêşandana parêzeran ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Til Rifetê bû
Endama Encûmena Bajarê Qamişlo Raniya Mihemed, ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê idia dike ku navçeyeke aram ava dike, lê ew navçe ji bo xelkên navçeyê bûye karesat û ji bilî kuştin û wêraniyê ji Tirkiyê tiştekî din ji Tirkiyê nayê çaverêkirin.
Raniya Mihemed wiha got: “Ev êrişa dewlata Tirk a hovane li ser Til Rifetê li dijî zarokan bû. Çi gunehê van zarokan hene ku şehîd dibin, dest û lingên xwe ji dest didin. Bi rastî ev êrişeke hovane ye li ser zarokan mirovan tê kirin. Eger dewleta Tirkiyê ewqas jêhatiye bila bi leşkerên xwe were şer bike. Bila here li ser leşkeren êrişê bike ne li ser zarokan. Em van êrişan şermezar dikin. Em banga hemû dewletan dikin ku li hemberî vê yekê rawestin. Rûsya û Amerîka dibêjin em ji bo parastinê hatine, lê me ti parastina wan neditiye û ketine pey berjewendiyên xwe.”
Li gor medyaya xwecihê û dîmenên hatine belavkirin Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bajarokê Til Rifetê li kantona Şehbayê toparan kir û di encama wê topbaranê de piraniya wan zarok hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.
Li gor medya xwecihî di encama wê topbaranê de beşek ji wan zarok 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse