RIHA - Bi hinceta PKKyê bi dehan kes hatin desteserkirin

03-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û hevahengiya MITê û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, li 18 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” operasyon hat destpêkirin.

Heta niha di serdegirtina malan de nêzîkî 90 kesî hatine desteserkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê MÎTê berî 10 mehan ji bo tesbîtkirina “rêxistina îstixbarata leşkerî ya PKKyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê” dest bi xebatan kiriye.

Di encama xebatan de, hêzên ewlehiyê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û hevahengiya Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê dest bi operasyonê kir.

Ev operasyon li bajarên Amed, Mêrdîn, Dîlok, Êlih, Şirnex ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Isparta, Balikesîr, Kocaelî û Amasyayê yên Tirkiyeyê hat kirin.

Li aliyê din, navenda vê “operasyonê” Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.

Di operasyonê de heta niha nêzîkî 90 kesî hatine desteserkirin û operasyon berdewam dike.

Tiştê balkêş ew e ku ev operasyon piştî êrişa Enqereyê ya li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê pêk hatiye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku operasyonên îro yên “li dijî PKKyê” bi beşdariya 13 hezar û 440 hêzên ewlehiyê berdewan dikin.

Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya hejmara van operasyon 466 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst