Li Agiriyê du bira di avê de xeniqîn

03-10-2022
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê du bira ku ji bo melevaniyê ketibûn Çemê Şeryanê xeniqîn.

Li taxa Firat a bajarê Agiriyê du birayên bi navê Berat ê 15 salî û Berkay K ê 13 salî duh 2ê Cotmeha 2022an bi hevalê xwe re çûne ser Çemê Şeryan bo melevanîkirinê û ketine avê.

Hevalê wan dibêjin, piştî demekê her du bira di nav avê de li ber çavê wan winda bûne, lewra wan yekser tîmên rewşên lezgîn ji bûyerê agahdar kirine.

Heta ku tîmên AFADê, polîs û hêzên hewarçûnê gihîştine cihê bûyerê, her du birayan canê xwe ji dest dane û termên wan ji avê hatin derxistin.

Termê her du birayan bo pişkinînên Otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Herwiha duh li navçeya Siwêreg a Rihayê jî, xwendekarekî zanîngehê di golê de xeniqî.

Kesê xeniqî navê wî Omer Faruk Firat, 21 salî û xelkê gundê Qirpiyare yê Siwêregê bûye û xwendekarê Zanîngeha Yozgat Bozokê bûye.

Li gor agahiyan, Omer Faruk Firat berî 4 rojan ji mala xwe li gundê Qirpiyarê yê Siwêregê derketiye û venegeriyaye mal, lewra malbatê ji bo dîtina wî serî li hêzên emnî daye.

Sibeha roja 2ê Cotmehê dema şivanan li nêzîk Gola Hecî Xidir pezê xwe diçêrandin, li peravên golê termek dîtin û hêzên emnî agahdar kirin.

Di encama lêkolînan de derket ku termê hatiye dîtin ê Omer Faruk Firat e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst