Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê: Em amade ne pêwendiyan bihêztir bikin

03-09-2024
RÛDAW
Anil Bora Înan û Nêçîrvan Barzanî
Anil Bora Înan û Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Bexda Balyoz Tirkiyeyê Anil Bora Înan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Hewlêr Pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan civiyan.

Li gorî Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan û Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî, hêviya serkeftinê ji Anil Bora Înan re xwest û ji bo serkeftinê piştgiriya Herêma Kurdistanê anî ziman.

Her wiha Anil Bora Înan jî eşkere kir ku Tirkiye amade ye pêwendiyên xwe di her warî de bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bihêztir û berfirehtir bike.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û rûdanên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.

Divê were gotin, Anil Bora Înan îro li Hewlêrê bi Serok Barzanî jî re civiya.

Li gorî Baregeha Barzanî, Anil Bora Înan daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirekirina pêwendiyên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevahengiya di navbera her du aliyan de tekez kir.

Anil Bora Înan li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Alîkarê Rêveberê Pêwendiyên Îraq-Tirkiyeyê bû û li cihê Ali Riza Guney wekî balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê hat erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst