Li Sêwazê teyrokê erd spî kir

03-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sêwaz Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tonusê ya parêzgeha Sêwazê teyrok bariya, ji ber girbûnê teyrokê zerar da otomobîlên welatiyan.

Şeva borî li navçeya Tonusê ya Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê teyrok bariya û erd spî kir.

Wekî di dîmenan de jî xuya dike libên teyrokê ewqasî mezin in ku serê gelek otomobîlan dewixî û camên wan zerar dîtin.

Herwiha camên çend sîstemên elektrîka rojê yên ku li ser malan hatine danîn jî ji ber teyrokê derizîn.

Teyrok li wê navçeyê tenê 15 xulekan bariya lê bajar bi temamî spî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst