Li Rihayê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin desteserkirin

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKê” 2 kes hatin desteserkirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariyê ya Rihayê xebatên “rêgirîkirin li çalakiyên rêxistinê” dikin. 

Di vê çarçoveyê de polîsan doh operasyonek kir û bi ser çend malan de girt.

Di operasyonê de 2 kes hatin desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst