HPGê nasnameya 3 gerîlayên li Geverê jiyana xwe ji dest dane aşkere kir

03-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan PKK HPG Colemêrg Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê nasnameya endamên xwe yên ku di 20ê Hezîranê de li Geverê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Baskê çekdar ê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê navên endamên xwe yên di operasyona li navçeya Geverê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dane ji raya giştî re aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî pevçûna di 20ê Hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di operasyonê de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gor daxuyaniya HPGê, endamên wan ên ku roja 20ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dane ev in: Ahmet Demîr ê li Dîlokê ji dayik bûye bi navê kod "Avareş Pirsûs", Şehmus Akyol ê li Amedê bi navê kod "Serxwebûn Amed" û Muhammed Fuad Nusretî yê li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine ji dayik bûye bi navê kod "Raman Sine".

Di daxuyaniya nivîskî ya HPGê de hatiye destnîşankirin ku Ahmet Demîr di sala 2014an de, Şehmus Akyol di sala 2015an de û Muhammed Fuad Nusretî jî di sala 2018an de tevlî refên PKKê bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di 20ê Hezîranê de li ser Twitterê ragihandibû ku di operasyona bi navê "Operasyona Burak Derya" de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst