Ji bo hilweşandina Rêveberiya Xweser planeke sêalî tê meşandin!

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tehran, Moskow û Şam plan dikin ku Amerîkayê ji Sûriyê derxînin da ku herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser ên li Rojavayê Kurdistanê da derbasî bin desthilatdariya Beşar Esed bikin.

Rojnameya Washington Postê îdia kir ku Îran û hevpeymanên wê li Sûriyê hêzên milîs perwerde dikin da ku bombeyên li kêleka rêyan yên bihêztir bikar bînin ku bi taybetî ji bo armanckirina otombîlên leşkerî yên Amerîkî û kuştina karmendên Amerîkî hatine çêkirin.

Di yek ji nûçeyên dizî yên îstixbaratî ku bi dest xistiye de hate destnîşankirin ku Îran, Rûsya û Sûriye plan dikin ku herêma di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de radestî Beşar Esad bikin.

Li gorî îdiaya rojnameyê, welatên navborî dê êrîşên xwe yên li dijî leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê tundtir bikin û Amerîkayê neçar bikin ku ji Sûriyê derkeve û bi vî awayî hewl bidin Hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Sûriyê yên ku ne di bin kontrola Esed de ne bi dest bixin.

Amerîka ya ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi 900 leşkerên xwe yên di 3 baregehên leşkerî yên cuda de xwedî pêgeheke xurt e, bingeha hebûna Amerîkayê ya li wî welatî “Şerê DAIŞê, pêşîgirtina li serweriya Îran û Rûsyayê li herêmê û şopandina hin stratejî û tevgerên dîplomatîk ên ku xizmeta siyaseta derve ya Amerîkayê dikin.”

Rojnameya Washington Postê berê jî îdia kiribû ku “Îran bi Rûsya û Sûriyê re ji bo bidawîkirina hebûna Amerîka li navçeyê li ser stratejiyeke berfireh kar dike û milîsên xwe yên li Sûriyê ji bo êrîşên nû yên li dijî leşkerên Amerîkî çekdar dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst