Li bajarokê Tirbespiyê teqînek çêbû

03-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek pêk hat.

 

Çavkaniyekê ji bajarokê Tirbsepiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku “Bîstekê beriya niha li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.”

 

Wê çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, derbarê awayê teqînê de diyar kir ku: “Du kesên Ereb ku bombeyek helgirtibûn li ser motorekî li pey geşteke YPGê dimeşiyan û dixwestin wê bombeyê bi wan de biteqînin, lê hewlên wan bi ser nekeftin û bombeya wan li nêzîkî imara genim a Tirbespiyê bi wan de teqiya.”

 

Herwiha çavkaniyê amaje kir jî ku tenê ew her du kesên ku bombe bi wan re bû, birîndra bûn û niha ew veguhestine nexweşxaneyê, lê nehat zanîn bê birîna wan heta çi astekî ye.

 

Herwiha wê çavkaniyê diyar kir ku endamekî asayişa PYDê li bajarokê Tirbspiyê jê re gotiye ku ew her du kes niha di bin kontrola wan de ne û ew dê lêkolînan ligel wan bikin da bizanin ka ser bi kîjan aliyî ve ne.

 

Ji destpêka sala 2014an de ev teqîna çaremîne ku li bajarokê Tirbsepiyê rû dide û heta niha 3 kes ji encama wan teqînan li bajarokê Tirbspiyên hatine kuştin.








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst