Sazî û komele xwe ji hilbijartina dersa Kurdî re amade dikin

03-02-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Zulkuf Guneş û Mehmet Yildiz /Wêne: Rûdaw
Zulkuf Guneş û Mehmet Yildiz /Wêne: Rûdaw
Nîşan Zulkuf Guneş Mehmet Yildiz Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hîn jî pêvajoya hilbijartina dersên Kurdî dest pê nekiriye.

Lê belê piraniya sazî, sendîka û komeleyên Kurdan xwe ji bo pêvajoyê amade dikin û daxwaz ji malbatên Kurdan tê kirin ku ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin.

Sendîkaya Perwerdeyê jî bangî rayedaran dike ku astengiyan ji malbatan re dernexin.

"Divê rêz li daxwaza malbat û xwendekaran bê girtin"

Sekreterê Giştî yê Egitim Senê Zulkuf Guneş li ser dersên bijarte wiha axivî:

"Em wekî Egitim Sen di mijara hilbijartina dersan de dibêjin pêwîst e rêz li daxwaza malbat û xwendekaran bê girtin.

Nabe ku rayedar û berpirsên dibistanan zextê li kesekî bikin.

Me berê jî gotiye eger zext li xwendekaran bê kirin em dê di aliyê hiqûqî de û wekî rêxistin jî li dijî bisekinin.

Eger niha jî tiştekî wiha bê kirin em dê wekî Egitim Senê midaxeleyî bikin."

Her çi qasî pêvajo dest pê nekiriye û dema destpêkirina hilbijartina dersan hê jî diyar nebûye kesayetiyên Kurd û siyasetmedar jî banga hilbijartina dersên Kurdî dikin.

"Pêwîst e em hevdû hişyar bikin"

Endamê Ozgur Egitim Senê Mehmet Yildiz wiha anî ziman:

"Di vê mijarê de yên ku em nas dikin em xwe digihînin wan.

Pêwîst e em hevdû hişyar bikin û bi taybetî li ser torên civakî pêwîst e ku mijar bibe rojev."

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sala 2024an, 31 hezar û 199 xwendekaran Kurmancî, 3 hezar û 805 xwendekaran jî dersên Kirmanckî (Zazakî) hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst