Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Guranan Onur Akdag ragihand ku ji bo pêkanîna edaletê û dîtina kujerên rastîn ên keça xwe, bavê Narînê, Arîf Guran dest bi "Meşa Edaletê" dike.
Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çuliyê ya navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê winda bûbû û cenazeyê wê piştî 19 rojan hatibû dîtin.
Parêzerê malbatê Onur Akdag li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku bavê Narînê, Arîf Guran dê ji Amedê heta Enqereyê bimeşe.
Onur Akdag di parvekirina xwe de cih da van agahiyan:
“Arîf Guran ji bo edaleta keça xwe Narînê ji Amedê ber bi Kulliyeya Enqereyê ve dimeşe.
Ew dê 19ê Îlona 2026an roja şemiyê saet 11:00an li ser gora keça xwe daxuyaniyekê bide çapemeniyê û pişt re bi tena serê xwe dest bi meşa edaletê bike.
Gavên bavekî ne tenê rêyan, wîjdanan jî dihejînin.
Li hemberî qêrîna bavekî xemgîn ê ku ji bo heqê keça xwe ya kuştî û ji bo darizandineke bêalî û adil ketiye ser rêyan bêdeng nemînin.
Ev meş têkoşîna edaletê ya me hemûyan e.”
Daxuyaniya malbata Guranan
Malbatê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
“Bavê Narînê, Arîf Guran ji bo edaleta keça xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşe.
Li gorî agahiyên parêzer Onur Akdag, Arîf Guran dê 19ê Îlonê roja şemiyê saet 11:00an piştî daxuyaniya li ser gora Narînê, bi tena serê xwe ber bi Kulliyeya Enqereyê ve bi rê bikeve.
Bavek du sal piştî spartina axê ya keça xwe, bi pirsên ku hîn li benda bersivê ne û bi daxwaza darizandineke adil û bêalî derdikeve rê.
Di her gava vê meşê de dê navê Narînê, pirsên ku di dosyeyê de li benda zelalbûnê ne û xwesteka bavekî ya ji bo ronîkirina hemû aliyên kuştina keça xwe hebe.
Xwesteka Arîf Guran zelal e: Ji bo Narînê edalet û nirxandina nû û bêalî ya hemû aliyên dosyeyê.”
Her wiha hat ragihandin ku parêzer Onur Akdag dê hûrgiliyên vê meşê bi rêya weşana rasterast a li ser tora civakî parve bike.



